Li Xezayê pêşangeha “Bi axa zeyîtunê ve girêdayîn e”

Li Xezayê pêşangeha “Bi axa zeyîtunê ve girêdayîn e” bi beşdariya 50 hunermendan hat vekirin. Di tabolyên hunerî yên jinên beşdarî pêşangehê bûyî de peyama aramî û yekgirtinê derketiye pêş

REFÎF ISLÎM
Xeza – Ji aliyê Wexfa Rewşi ya Çand û Hunerê ya Xezayê ve Bi diruşma “Bi axa Zeytunê ve girêdayî ne” li Xezayê bi piştevaniya Komela Rêxistina Ciwanan pêşangeha berhemên hunerî yên ji pilastîkan çêdibin hat vekirin. 50 hunermendan berhemên xwe di pêşangehê de nîşandan.
Tabloya kevok û şaxên zeyîtunê li ser Qudsê
Ji hunermendên berhemê xwe di pêşangehê de nîşan dayî Zina El-Sharfa da zanîn ku ew bi riya tabloya Mescîd-î Eqsa ku dora wê kevok û şaxê zeytûnê heye beşdarî pêşengehê bû û wiha domand: "Qudis bajarê aramiyê ye, dagirkeriya Israîlê her gav hewl dide ji aşitiyê dûr bike û niştecihên wê bitirsîne." Zina bibîr xist ku wê bajarê Qudisê taybetî wekî sernavek cuda ji bo beşdariyê pêşangehê hilbijart, ji ber ku huner peyamek e ku dikare ji tevahiya cîhanê re diyar bike ku bajarê pîroz bi cihûtîbûn û sûcên dagirker rû bi rû dimîne.
Zina girêdan û heskirina xwe ya hunerê jî wiha tîne ziman: “Hexkirina min a hunerê hêla ku ez di vê qadê de pêşkevim û berhemên baş bi afirînim. Bi fîgorên sînemayê min bal kişandiye ser şidetê û hemû cureyên şideta fîzîkî û derunî pênase kiriye. Min di navê de jî peyama şideta ser jinê nayê pejirandin û divê azadiya jinê bê mîsoger kirin daye. 
Tabloya jin û zarokên di êrîşên ser Xezayê de jiyana xwe ji dest dane
Ji hunermendên bi tebloyên xwe tevlî pêşangehê bûye Nesma Abu Hasira jî dixwest ku tecrubeya xwe ya yekem di hunera Kolajê de di nav karên ku niha di pêşengehê de tên pêşkêş kirin de diyar bike û wiha dom kir: “Di tabloya despêkê de min mijara şerên ji dîrokê heya niha li ser Xezayê çêbûne hilbijartiye. Pêve girêdayî jimara jin û zarokên jiyana xwe ji dest dane û xaniyên ku di êrişên berê yên li ser Xezayê de hatine hilweşandin. Tabloya min a duyemîn jî li ser dayik û bavek li ser pêşeroja zarokên xwe difikirin e. Em parçeyên kaxezan bi formên cuda li hev tînin û bi boyaxa çînî reng didine, bi vî awayî kîjan mijarê bixwazin dikarin bidin dîtin.”
Tabloyên bedewiya xwezaya Filistînê 
Hunermend Hanadi Kasih a astengdar ku ji bo pêşkêşkirina berhemên xwe yên hunerî beşdarî pêşangehê bû yî jî got: “Mijarên min cihêrengin ji jin, zarokan heya xwezayê her tiştê ku bala min dikêşe xêz dikim. Bedewiya xwezaya Filistînê bi xwe îlhamê dide ku mirov xêz bike. Her çendî ji ber dagirkeriya Îsraîlê em nikarin biçin li her deverên xwezaya Filistînê bigerin jî, min li gorî tiştên hîs kirî bi wêneyan bedewiya çiya û deştên wê daye dîtin. Hêviya min ewe ku rojekê di serî de serdana Qudisê bikim û paşê jî hemû bajarên dinê.”
“Di tabloyan de peyamên hêviyê hene”
Ji dîdarên pêşangehê Yasmine Al-Najjar jî diyar kir ku ji bo dîtina berhemên hunerî wê xwestiye bê serdana pêşangehê bike û wiha dom kir: “Ger dîtinên xwe yên li ser pêşangehê bînim ziman, min dît zêdetir hunermendan li ser pirsgirêkên welat û di navê de jî Qudis, dorpêç û êrîşên heyî anîne ziman. Di navê de jî peyamên hêvî, jiyan, yekbûn ê tên dîtin. Min hêz ji peyamên bi xêzkirinê xwestine bidin girt û destxweşiyê li hemû hunermendên keda xwe beşdarî pêşangehê kirine dikim.” 
Rêvebera Weqfa Rawasi Fayez Al-Hasani jî destnîşan kir ku ev pêşangeh têkildarî pîrozbahiyên Roja Cîhanî ya Ciwanan bû da ku ronî bê ser karên wan yên hunerî û got: “Tevahiya cih ji hunermendan re hat hiştin heya ku karê xwe diqedîne, bi şertê ku ew rêziknameyan binpê nekin. Ji xwe pêşengeh ji aliyê mezintirîn huneremnedan ve hat qebûlkirin û pesnê karê ciwanan hat dayîn, ev jî cihê şanaziyê ye.”