Erdhej Sûriyeyê bandor kir: 5 kes jiyana xwe ji dest dan

Erdheja bi lerza 6,4’an li Hatayê pêk hat li Sûriyeyê jî hat hîskirin, 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 500 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Erdheja ku duh êvarê li navçeya Defne ya Hatayê bi hêza 6,4 û 5,8an pêk hat, li Sûriye, Iraq, Lubnan, Îsraîl û Filistînê jî hat hîskirin. Ji ber erdhejê li Sûriyeyê 5 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên ji aliyê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li Îngilîstanê ye, erdhej li bajarên Heleb, Tertûs, Hama û Laziqiyê yên Sûriyeyê hate hîskirin û di nava gel de bû sedema tirseke mezin. Hat diyarkirin ku ji ber erdhejê hin welatî ji ser ban an eywanan xwe avêtine.

500 kes birîndar bûn

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku di encama erdhejê de herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û 500 kes jî birîndar bûne. Hin mexdûrên erdhejê di encama wêranbûna malên wan de birîndar bûn, hat zanîn ku piraniya birîndaran kesên ku xwe ji ser ban û eywanan avêtibûne. Çavdêriyê got ku 350 ji birîndaran ji herêmên di bin kontrola Şamê de ne, 150 jî ji herêma bakur-rojavayê ne.

Li aliyê din tê diyarkirin ku li nêzî Helebê gelek avahî hatine hilweşandin.