Li Silêmaniyê pêşangeha hunerî ya Şanaz ê

Şanaz Hesen a bi destrengîniya xwe tê zanîn pêşangehek a karê dest vekir ku dê dahata wê jî ji bo karê xêrxaziyê bişîne.

Silêmanî - Li Sendikaya Hunermendên Kurdistanê ya Silêmaniyê pêncemîn pêşangeha taybet a ku dê dahata wê ji bo karê xêrxwaziyê bê şandin ji aliyê Şanaz Hesen ve hat vekirin. Pêşangeha Şanaz Hesen bi boneya 8’ê Adarê vekiriye wê sê rojan dom bike.

Destrengîn û lîstokvana dêrin a basketboolê Şanaz Hesen di derbarê pêşangehê de wiha got: “Ji sala 2007’an ve bi karê dest re mijul dibim. Ev pêşangeha pênceme vedikim û dahata wê ji bo karê xêrxwaziyê xerc dikim. Ez weke erkê xwe dibinîm weke jinek karê destê xwe di 8’ê Adarê nîşan bidim. Ez li dijî tundîtujiya beramberî jinê me. Gelek keyfxweşim dema ku jinekê dibînim hewildanên wê yên karkirinê hene.”