Li Silêmaniyê pêşangeha hunerî dê heta 31’ê Kanûnê vekirî be

Pêşangeha hunerî ya bi temaya ‘ifadeya amûran’ ji bo daxwaza zêde wê heta 31’ê Kanunê ji bo kesên ji hunerê hez dikin dê vekirî be.

Silêmanî- Ji çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, pêşangeha hunerî ya bi temaya ‘îfadeya amûran’ ku ji 240 berhemên 52 hunermendan pêktê ji 17’ê Îlonê ve hatiye vakirin û dê heta 31’ê Kanûnê vekirî bimîne. Pêşnageha ku balê dikşîne ser siyaset, zayendpersetî, şer û nasnameyê rastî eleqeyek mezin hat.

Pêşangeh duh dihat plankirin ku heta 17’ê kanûnê bi dawî bibe li ser xwesteka xwendekarên enstîtuya hunerî û yên ku ji hunerê hez dikin heta 31’ê Kanûnê dema wê hat dirêjkirin.

Pêşangeha ku li bajarê Silêmaniyê li galeriya çandê hat vekirin ji saet 10:0’an heta saet 15:00’an ji bo serdanan vekiriye.