Li Silêmanî li ser girîngiya wêjeya zarokan komcivînek hat lidar xistin

Ji ber xirabiya aliyê wêjeya zarokan û nezanîna nivîsandina awayê çîrokan û giringî nedana yekitiya nivîskaran, li Silêmanî îro komcivînek wêjeyî ya ji bo zarokan hate lidar xistin.

Silêmanî - Yekitiya nivîskarên Kurd ya li Silêmaniyê li hola Ramaday ya bajarê Silêmaniyê komcivînek ya wêjeya zarokan lidar xistin û li ser girîngiya wêjeyê ya ji bo pêşketina zarokan nîqaşên girîng hat meşandin.

Di panela yekem a ku ji aliyê Emîn Mihemed ve hat rêvebirin de gelek  dahurandinên di dîroka wêjeya zarokên Kurd de raxist ber çavan, her wiha Peyam Îbrahîm behsa bandoriya edebyata zarokan li ser pêşketina gelan kir. Bijîjk Hawjîn behsa giringiya temen ji bo nivîsandina wêjeya zarokan kir, Ziyad Reşîd behsa rola wêjeya zarokan nirxand û rexneyên li ser mijarê pêş xist. Di dawiyê de jî bijîjk Macîd Xelîl behsa wêjeya zarokan û bandoriya wê li ser jiyana aştiyane ya netewan kir.

“Giringiya edebyata zarokan hatiye paşguh kirin”

Peyam Îbrahîm da diyarkirin ku li hemû cîhanê zarok bingehek kamil e, lê belê li herêma Kurdistan û Rojhilatê Navîn bi vî awayî lê nayê temaşekirin. Ji ber wê edebyata zarokan hatiye piştguh kirin. kesayeta zaroka di temenê 5 salî de destpê dike, ji ber wê divê giringî bi edebyata zarokan were dayîn, ji ber piştre civak û welat li ser destê zarokan bandora wê heye. Yek ji van sedeman ku zarok tên teşwiqkirin jî wêjeya zarokan e. Ji ber wê divê girigî ji wêjeya zarokan re bê dayîn. Li gora lêkolînan divê zarok beriya ku biçe dibîstanê heft hezar peyv fêr dibe. Ev jî bi gotinên rojane fêr nabin, bi xwendinê û bi rêya wêjeyê fêr dibin.”

“Teknolojiya bilind li ser wêjeya zarokan asteng e”

Mamostayê Kurdî Şûxan Îsmaîl da zanîn ku lidar xistina komcivînên bi vî awayî giring e û divê giringiyek zêde were dayîn, lê belê mixabin beşdarbûna komcivînên bi vî awayî kêm in û wiha got: “Ji ber giringî nedana bi ziman û wêjeyê, ziman ber bi tunebûnê ve diçe û ji ber wê jî wêje di astek herî xirab de ye. Ji bo çareserkirina vê rewşê de divê kar li ser zarokan were kirin û wêje û dîroka wêjeyê bê nasîn da ku giringî bidin wêjeyê. Bi taybet wêjeya zarokan kesayeta zarokan diyar dike, her wêje milet û çandê diyar dike. Lê belê li herêma Kurdistanê giringî ji bo wêjeya zarokan nayê dayîn û bi awayek xirab ji bo zarokan nivîsan dinivîsin û piraniya çîrokan jî ji rastiyê dur in li û ne li gor çanda Kurdî ne, her wiha zarok jê tê nagihin.”

“Divê nîvîskar bizanin çi ji bo zarokan dinivîsin”

Çîroknas û werger Fewziye Menmî bi bîr xist ku piraniya çîrok û nivîsên ku berê hatine nivîsîn ji bo zarokan çîrokên bi tirs bûn û behsa wan tiştan dikirin ku tu peywendiya xwe bi zarokan re nebû û dibûn sedemê xirabûna kesayetan. Her wiha bal lê kişand ku niha heta astekê guherîn di çîrokan de heye û hestên tirs, şerm û nêzikatiyên zarokan li ber çavan girtiye û got: “Divê nivîskarên zarokan bizanibin çi û ji bo kê dinivîse, da ku bikare mijarek bi sud. Her wiha divê temenê zarok li ber çavan bê girtin û divê bizane çi ji bo kijan temenî binivîse. Lê belê mixabin edebyata zarokan nîha paşketiye.”