Li Seyidsadiqê festîfala berhemên Kurdî dest pê kir

Li bajarokê Seyîdsadiq festîvalek ji bo berhemên xwemalî û karên destan dest pê kir. Fesfîtal dê bi pêşandana berhemên çandî du rojan bidome.

ASÛDE MIHEMED

Şarezûr- Her sal bi nêzbûna werza biharê re li herêma Kurdistanê festîvalên cur be cur ên berhemên destan û xwarinên Kurdewarî tên destpêkirin û xelk ji bajarên cuda yên Başûrê Kurdistanê bi cil û bergên xwe yên Kurdî û bi berhemên xwe beşdarî festîvalan dibe. Duh 21’ê Sibatê Rêxistina Kurdî li bajarokê Seyîdsadiq festîfala destrengî ji bo jinên xwedî kêrhatî yên li sînorê Şarezûrê û derdora wê dest pê kir. Armanc bi vê festîfalê ew e ku derfet ji bo bazarkirina berhemên xwemalî û berhemên destê jinan çêbibin da ku bi vê yekê jin bikarin bibin xwedî aboriya xwe ya serbixwe. Her wiha gelek jin bi herhemên karên destên xwe û berhemên xwemalî beşdarî festîvalê bûn û dê du rojan bidome.

Eyşê Behadîn yek ji wan jinan e ji bajarê Silêmaniyê bi berhemên xwe beşdarî festîvalê bûye, diyar kir ku bi berhemên xwarinên kurdewarî yên weke kade, kufteyên goşt û singê mirîşkê û çaya semawerê beşdarî festîvalê bûye wiha got: “Ez beşdarî hemû festîvalan dibin û gelek ji karê xwe hez dikim. Nêzî 5 salan e vî karî dikim, ji derveyî beşdarbûna festîvalan bi riya online berhemên xwe difiroşim û eleqeyek zêde ji bo xwarinên min heye.”

‘Xebat derûniya mirov bi aram dike’

Jineke din a destrengîn Eylun Mehmûd bi xwe ji Helepçeyê hatiye bi berhemên destên xwe yên wek cil û bergên Kurdî bi moriyên Kurdî ku xişrên bi goz û karanfil ji bo cil û bergên Kurdî û kesrewan û bazinan çêdike beşdar bûye wiha got: “Ez berhemên xwe bi riya pêşangeh û festîfalan an jî bi riya online difiroşom. Ez gelek caran li Helepçeyê beşdarî festîval û pêşangehan bûme. Karkirina jinan hem di aliyê madî de hem jî di aliyê manewî de gelek bi sûd e û di aliyê derûnî de jî mirov bi aram dibe ji ber baweriya mirov bi mirov tê û mirov pişta xwe dide xwe û bi keda destên xwe alîkariya malbata xwe dike.”

‘Daxwaza xelkê ji bo berhemên kevin heye’

Suzan Şeban jineke din ya destrengîn e ku ji Helepçeyê bi berhemên destên xwe yên taybet ên nexşandina êlekên cilê Kurdî, kumên li ser cil û bergên Kurdî beşdarî festîfalê bûye û diyar kir ku ji sala 2010’an ve karê nexşandina cil û bergên Kurdî dike, beşdarî gelek pêşangeh û festîfalan li cihên cuda yên Kurdistanê bûye. Suzan Şaban wiha got: “Pêşwazîkirin û eleqeya xelkê bi taybetî bi nêzbûna werza biharê re ji bo berhemên min gelek baş e. Niha zêdetir daxwaza jinan li ser berhemên çandî û bi şêwazên kevn e.”