Li Seyîdsadiq pîrozbahiya roja cil û bergên Kurdî

Bi boneya roja cil û bergên Kurdî li dibistana Eşkal a Seyîdsadiqê şahî hat lidarxistin û xwendevanên dibîstan bi cil û bergên rengîn tevlî pîrozbahiyê bûn.

ASUDE MEHEMED

Şarezûr - 10’ê Adarê roja cil û bergên Kurdî ye. Li Kurdistanê û gelek deverên dinê yên Kurd lê dijîn vê rojê cil û bergên Kurdî tên li xwe kirin. Ev roj zêdetir li Başûrê Kurdistanê bûye çandek jêneger û her sal bi çalakiyên cuda tê pêşwazîkirin. Di serî de li herêma Şarezûr û gelek deverên dinê yên Başûrê Kurdistanê pîrozbahiyên roja cil û bergên Kurdî hatin kirin. Bi minasebeya roja cil û bergên Kurdî piranî saziyê hikumî, mamosta, xwedevan û hemwelatî cil û bergên Kurdî li ber xwe kirin. Di serî de dibîstan di vê rojê de çalakiyên cûr be cûr li dardixin.

Bi boneya roja cil û bergên Kurdî dibîstana Eşkal a bajaroka Seyîdsadiq bi şahiyekê pîroz kirin. Di şahiyê de xwendevan bi cil û bergên Kurdî hunera xwe pêşkêş kirin.

Ji mamaostayên dibîstana Eşkal Lave Îbrahîm di derbarê giringiya rojê de got: “Ji bo em vê rojê pîroz bikin me şahiyek li darxist û piranî xwendevan bi cil û bergên Kurdî bejdarî şahiyê bûn.”

Du xwendevanên dibistanê Sêwe Yasîn û Fênik Sebah jî dan zanîn ku ew gelek keyfxweşin ku bi cil û bergên Kurdî hatine dibîstanê.

Jinek dinê ya ciwan ku bi cil û bergên kurdî beşdarî şahiyê bûye Erîna Rêwaz jî bi bîr xist ku ew dixwaze hemû kes giringî bide cil û bergên Kurdî.

Govar Ewat xwendevana dibîstana Eşkal bi cil û bergên xwe yê Kurdî bejdarî şahiyê bûye jî kêfxweşiya xwe ya ji bo rojê anî ziman.