Li Seyîdsadiq koma xwendina pirtûkan

Jinên xwendî ji bo civaka mêrsalarî dibin metirsî û dixwazin jinan bêdeng bikin. Di koma Yar ya Seyîdsadiq jinên xwendevan hertim bi xwendinê asta rewşenbîriya xwe û civakê zêdedikin.

ASUDE MIHEMED

Şarezûr - Koma pirtukan ya Yar, komek taybet ya xwendina pirtukan e ku ev şeş meh e li Şarezûr ji aliyê Navenda Geşepêdana Çalakiya Lawan ve hatiye damezrandin. Zêdeyî 30 endamên wê heye ku rêjeyek zêde jin cihê xwe tê de digrin.

Seyîdsadiq xwediyê pirtukxaneyek giştî û pirtukxaneyên din in, di demê bûrî de dû komên cûda yên xwendina pirtûkan hebûn û niha jî tenê koma xwendina pirtûkan ya Yar heye û her ku diçe endamên wê zêde dibe û di aliyê axaftin û fikir de bandora xwendinê li ser wan çêdike.    

Hemû endamên komê dû heftiyê carekê kom dibin û der barê pirtûkên ku xwendine de guftûgo dikin, mijar û naveroka pirtukan cûda ne, lê belê zêdetir di çarçoveya perwerdeyê de ne, ji ber temenê endaman di temenek têgihiştidene û ji bo wan perwerde gelek giring e da ku di civakê de bibin kesek serkeftî. Di destpêka destpêkirina vê komê de, ev pêşwaziya germ nebû, lê belê niha hercarekê endam zêde dibe û ev jî wisa dike ku ciwan giringî bidin xwendina pirtûkan.

Armanca komê zêdekirina asta rewşenbiriya ciwanan e

Seroka damezrandina koma pirtûka ya Yar Sumeye Mihemed wiha dibêje: “Ev şeş meh e ev kom hatiye damezrandin, armanca me xwendina pirtûkan e û rewşenbîrkirina ciwanan e. Ji ber xwendina pirtûkan ji bo hemû kesê giring e bi taybet ji bo jinan, ji ber dayîk mamostaya yekem ya fêrkirina malbatê ye û xwendina pirtûkan û xwendina jinan bandorek mezin li ser civakê dike. Ger jinek bixwîne dizane mafê wan çi ye û rê nade kes li cihê wê biryar bide. Ew jinên ku ne xwendine her tim bêdeng dibin, ger jin bêdeng bibe, civaka mêrsalarî ava dibe û hîn zêdetir civakê bide bêdengkirin. Ji bo jinan giring e ji ber bi rêya xwendinê fêrî mafê xwe û civakê dibe û tu deman ji bo jinan xwendin ne şerm e, serbilindiyê.”