Li Seyîdsadiq ji ber medyaya dijital xwendina pirtûkan kêm bûye

Ji ber medyaya dijîtal û hebûna pirtukên elektronîk, rêjeya xwendina pirtûkan li Seyîdsadiq a Başûrê Kurdistanê ku girêdayî bajarê Silêmanî kêm bûye.

ASÛDE MIHEMED

Şarezûr- Ev zêdeyî 12 salane pirtukxaneya giştî ya Seyîdsadiq a Başûrê Kurdistanê bi herdû zimanê Kurdî û Erebî hatiye vekirin. Di pirtukxaneyê de zêdeyî hezar pirtuk bi naverok û mijarên cûda lê hene, bivê ve girêdayî jî kêm û kurtiyên weke nebûna hola xwendinê û hesnekirina ji pirtukxaneyan wisan kiriye ku pirsgirêk ji xwendevan û serdanan re çêkiriye.

Di nava çend salên bûrî de ji ber medyaya dijital û hebûna pirtukên elektronîk û nebûna teşwiqkirina ciwanan ji bo xwendinê, bi awayek berbiçav li gora salên bûrî xwendina pirtûkan kêm bûye.

Şehla Reşîd ku beşa pirtûkxane û zanyariyan li peymangeha teknîkî ya Silêmanî û ev 12 sale li pirtûkxaneya giştî ya Seyîdsadiq meyze dike diyar kir ku di pirtûkxaneyê de li gora naveroka wê pirtûk tê girtin û got: “12 salên li pirtûkxaneyê de kar dikim, li gora dû sê salên destpêkê yê karkirina min de rêjeya xwendevanên pirtûkan bi awayek berbiçav kêm bûye û xwendevanên me gelek kême, ew tên pirtukxaneya me zêdetir ewên ku pêwîstiya wan bi pirtukan hene tên digrIn û diçin. Mînak xwendevanên zanîgehê ne ji bo lêkolîna xwe, yan jî xwendevan ji bo raporên dibîstanê tên. Hinek deman di werza xwendinê de, serdanên pirtûkxaneyê li gora pêwîstiyên xwendevanan zêde dibe. Lê belê piştî temambûna werza xwendinê, di nava mehekê de 20 pirtûk ji vê pirtûkxaneyê na derkevin ji derve.”

Kêmbûna xwendevanan ji ber medyaya dijitale

Şehla Reşîd derbarê kêmbûna rêjeya xwendina pirtûkan de wiha got: “Dû sedemên kêmbûna rêjeya xwendevanên pirtûkan heye, ew jî medyaya dijital ku niha ciwan pêve mijul dibin û sedemê din jî hebûna pirtûkên elektronîke, weke pirtûkên Pdf ku bi rêya telefonê dixwînîn û hinek caran jî pirtûk bê beramberin û asan dikarin xwe bigihînin. Tû deman pirtûkek elektronîk nikare cihê pirtûkên din bigre. Ji ber ew pirtuka li ser kaxezê were xwendin tamek ya wê ya taybet raste rast dide xwendevan.”

‘Ji bo jinan pirtukxwendin giring e’

Şehla Reşîd wiha behsa giringiya xwendina pirtûkan ji bo jinan kir û got: “Xwendin ji bo jinan gelek giringe, ji ber perwerde rola sereke ya dayikê ye, ji ber wê giringe jinên xwendevan, ji bo perwerdekirina kes û zarokan bixwîne. Ji ber wê dema ku mêrek pirtûkekê di mehekê de bixwîne, divê jin dû pirtûk yan jî zêdetir bixwîn e. Mêr jinên xwendevan rexne dikin. Yan jî jêre dibêjin erkê te tenê xwarin çêkirin e. Lê belê di rastiyê de ne wisaye, mêr ji jinên xwendevan ditirsin. Ji ber dizanîn mafê wan çiye û daxwaza mafê xwe dikin. Yan jî gelek caran di civaka me de xwendevan rastî rexneyên bav tên.”

Dilniya, li cihê kar de pirtûk dixwîne

Ji derveyî hebûna pirtûkxaneyên giştî çend jinên ciwan hene li mal û cihên kar dest ji xwendinê naberdin û dixwînin. Dilniya  yek ji wan xwendevanane ku rojane li cihê kar hinek demê xwe ji bo xwendina pirtûkan veqetandiye. Dilniya li firoşgehek ya cil û bergan di saet 9:00’ê siharê heta 16:00’ê êvarê kar dike û heskirina xwe ya ji bo pirtûkan ji bir nake û ji bo wê jî Dilniya demek yê xwe ji bo xwendina pirtûkan veqetandiye û wiha dibêje: “Cîhana pirtûkan cîhanek cûdaye, dema ku ez dûxwînîm gelek aram û keyfxweş dibim. Ev saleke min dest bi xwendinê kiriye, pirtûkên dibîstanê ji pirtûkên giştî gelek cûdane, pirtûkên giştî em naveroka wê li gora daxwazên xwe di hilbijêrin. Xwesteka min zêdetir ji pirtûkên roman, çîrok û zanyarî re heye. Banga min ji hemû jinan ewe ku pirtûkan bixînin, ji ber xwendina pirtûkan wisan dike ku mirov mafê xwe bizane û bêdeng nebe û herwiha di aliye rewşenbîr de jî mirov pêşdikeve.”