Li Rojava dest bi hunerê kir li Bakûr bipêş xist li Kobanê didomîne
Şêrîn Ararat a 21 salî ku ji zaroktiya xwe dest bi rêwîtiya hunerê kir, li bakûr bipêş xist û niha li Kobanê didomîne, got ku “huner şêwazek bi wate ya jiyanî ye.”
NÛRŞAN EBDÎ
Kobanê- Huner şêwazekî watedayîna jiyanê ye, lê dema ev huner bi destên jinan were pêşxistin û bikaranîn, ev huner derbasî asta mîsogeriya hebûnê dibe.
Li Rojavayê Kurdistanê ku di salên dawî yên şoreşê de bi hezaran ciwan berê xwe didin qada çand û hûnerê û weke nasnameyeke jiyanê digirin dest, pêşeroja xwe ya hunerî bi kedkariyeke mezin, wateyeke hêja û dilsoziyeke bi doza xwe re ronî dikin.
Li bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê bi sedan jinên ciwan ji bo ku xwe di qada hûnerî de bipêş bixin û pêşeroja xwe birêsînin, navenda Tevgera Hîlala Zêrîn weke sîwan dibînin. Di vê navendê de hunermend Şêrîn Ararat a 21 salî ku ji 7 saliya xwe de dest bi rêwîtiya xwe ya hûnerî kiriye, li aliyekî weke jineke ciwan xebatên xwe dimeşîne û li milê din têdikoşe ku bi riya hunerê bibe dengê doza gelê xwe.
Ji Newroza Helebê ber bi gelek bajarên din ve
Şêrîn Ararat da zanîn ku di nava bajarê Kobanê û gelek deverên Rojavayê Kurdistanê de bi xama dengê xwe yê çiyayî tê naskirin û destpêka hunera xwe wiha vegot: “Min xebatên hunerê di heft saliya xwe de li bajarê Helebê destpê kir. Wê demê yekem cara ku ez fermî derketim ser dikê, di şahiya Newroza Helebê de bû. Bê guman tevî piştgiriya malbatê ya bê navber, şert û mercên wê demê yên dijwar ji bo Kurdan, ez di xebata xwe ya hûnerî de bi îsrar bûm. Wê çaxê jin di nava qada hunerê de cih bigre ji aliyê civakê de nedihat pejirandin. Her wiha rastiya ku em weke Kurd jî bi salan hatibûn bêdengkirin jî hebû. Ji bo vê jî min bi hunera xwe li dijî êrîşên qirkirinê û yên nenaskirina hebûna jinan jî şer kir.”
‘Ez li Bakurê Kurdistanê bûm xwedî ezmûneke mezin’
Şêrîn anî ziman ku bi ezmûna xwe ya hûnerî di Bakurê Kurdistanê re jî derbas bûye û wiha domand: “Di sala 2014’an de di pêvajoya berxwedana Kobanê de ez li Bakurê Kurdistanê tevlî nava xebatên Tevgera Çand û Hûnera Mezopotamya bûm. Wê demê herî zêde amûra Erbane bala min kişand ku min biryar girt ez xwe bi vê amûra mûzikê bipêş bixim. Wiha jî beşdarî gelek çalakiyên hûnerî yên bi pêşengiya HDP’ê bûm ku ez rastî gelek hunermendên hêja hatim û bi şîretên wan ez gihîştim van rojan.”
‘Min xebata xwe ya hûnerî veguherand armanca ji nû ve avakirinê’
Şêrîn di sala 2015’an de vedigere Kobanê, biryar digre ku bajarê xwe ji warê hûnerî de jî ava bike. Şêrîn wan rojan wiha vegot: “Piştî ku vegeriyam Kobanê û min wêraniya hatiye jiyankirin dît, hêrsa min a dewamkirina hunerê mezin bû. Min ji xwe re got divê em vî bajarî ji aliyê çand û hûnerê de jî ji nû ve ava bikin. Ji ber vê ez ketim nava xebatên navenda Çand û Hûnera Baqî Xido ku weke stranbêj û endama komê jî beşdar bûm. Wê demê ez 12 salî bûm, lê di asta Rojavayê Kurdistanê de min cihê xwe di çalakiyên hûnerî de digrt.”
‘Min li Hîlala Zêrîn xwebûna xwe peyda kir’
Şêrîn Ararat ku niha li navenda Hîlala Zêrîn dimîne, wiha behsa bandora xebatên jinan a di avakirina kesayeta wê de kir: “Çawa ku navenda Tevgera Hîlala Zêrîn li bajarê Kobanê vebû, ez yekser derbasî xebatên hûnerî yên jinan bûm. Navenda Hîlala Zêrîn di warê hişmendî, sekin û rêwîtiya xwe ya di vê qadê de bandor û pêşketineke gelek cuda di min de ava kir. Ji bo vê jî xebatên hûnerî yên xweser mohra xwe li têkoşîna min a hunerî hîşt.”
Gav bi gav ber bi armanca xwe ve têdikoşe
Şêrîna ku niha di destpêka rêwîtiya xwe ya hûnerî de ye, diyar kir ku wê rêka xwe bi dilsoziyeke mezin dewam bike û wiha got: “Ez li navenda Hîlala Zêrîn him stranbêj im, hem jî mamosteya rîtim im û bi xwe jî lê didim. Dema ez li salên derbasbûyî dinhêrim, ferq dikim ku min dikaribû bi kedeke mezin sekin û hebûna xwe ya weke jineke hunermend di nava civakê de ava bikim. Jixwe li kêleka hunerê niha beşa mafnasiyê li zanîngehê jî dixwînim, lê ev nabe asteng ku ez hezkirin û girêdana xwe ya bi hunerê re paşguh bikim. Lewra jî ez gelek kêfxweş im û ezê vê rêwîtiya xwe bidomînim.”