Li Qamişlo 4’emîn Mihrîcana Şehîd Stêrvan a Jinên Ciwan hat lidarxistin

li bajarê Qamişloyê bi serpereştiya Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 4’emîn Mihrîcana Şehîd Stêrvan a Jinên Ciwan bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî, Ser Bixe Azadî” hat lidarxistin. Di mihrîcanê de gelek çalakiyên werzîş, çandî û hunerî hebûn.

Qamişlo- Bi armanca pêşxistina jinên ciwan di warê werzîş û çandî de, Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro li Stadyuma Heysem Kiço ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4’emîn Mihrîcana Şehîd Stêrvan a Jinên Ciwan bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî, Ser Bixe Zzadî” li dar xist. Bi dehan şêniyên bajêr, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, saziyên çandî û sporê di mihrîcanê de amade bûn.

‘Zincîrên koletiyê hatin qetandin’

Di mihrîcanê de Seroka Desteya Jin a Herêma Cizîrê Evîn Paşo axivî û bal kişand ser têkoşîna jinan di pêşîgirtina tundiya li ser jinan de û got: “Ciwan di hundirê xwe de giyanê şoreşgerî yê ku Rêber Ocalan daye avakirin, dihewînin. Hemleyên 25’ê Mijdarê gavên serkeftinê ne li dijî tundiya li ser jinan. Di heman demê de qetandina zincîrên ku li ser ziman, mejî û çavên jinan hatibûn xistin e. Jin îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengiyê dikin. Peyama me ji bo tevahî cîhanê ev e: Em dibêjin jin li qadan in, jin ji bo azadiya xwe têdikoşin.”

Evîn Paşo di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hêza jinan heye û dikarin hişmendiya civakê biguherînin û got: “Yên ku civakê bi rê ve dibin û dê pergala Neteweya Demokratîk bi ser bixin û biparêzin helbet jin in.”

Di mihrîcanê werzîş di nav xwe de lîstikên biçûk, karate, şetrenc, lîstika bisiklêtan û maça futbolê hebû. Her wiha govend, şano, stran, helbest û xêzkirina wêyan jî pêk hat.