Li Qamişlo Mîhrîcana wêjeyê

Ji bo bîranîna helbestvan, nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedar Osman Sebrî, Desteya Çand û Huner a herêma Cezîrê li bajarê Qamişlo bi dirûşma “Şoreş giyanê wêjeyê ye" 5’emîn mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyî li dar xistin.

 
Qamişlo- Nivîskar û helbestvanê kurd Osman Sebrî sala 1905’an li Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye û sala 1993’yan koça dawî kiriye. Ew hem helbestvan bû û hem jî zimanzan bû, her wiha nivîskar û siyasetmedarekî kurd ê navdar bû. Bi boneya salvegera koça dawî ya rewşenbîr û nivîskar Osman Sebrî û ji bo bîranîna wî, Desteya Çand û Huner a herêma Cezîrê bi dirûşma "Şoreş giyanê wêjeyê ye" 5'emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyî li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdarbûna gelek rewşenbîr û wêjevanan dest pê kir. Hêjayî gotinê ye ku ev mîhrîcan her sal tê lidarxistin. 
Di despêka mîhrîcanê de ji aliyê komîteya amadekar û desteya çandê ve axaftin hatin kirin. Paşê jî li ser jiyana Osman Sebrî sînevîzyon hate pêşandan. Semînerek li ser wêjeyê hate dayîn. Çîrok bi zimanê kurdî ji aliyê nivîskarên kurd Lema Elî û erebî jî Amir Ferso ve hate xwendin. Koma jiyan ya şano ve şanoyek hate pêşandin. Ji aliyê helbestvan Ednan Ibrahîm û Mistefa Sîno ve helbest hatin pêşandin. Ji aliyê hunermend Mizgîn Tahir ve stran hatin pêşandin. Herî dawî jî xelat hatin belavkirin. Têkildarî mîhrîcanê Mamosteya wêjeyê kurdî û komîteya amadekar a mîhrîcanê nêrînên xwe parve kirin. 
"Wêje can û ruhê civakê ye"
Mamosteya Wêjeya Kurdî ya akademiya Şehîd Egîd, Lema Elî di derbarê mîhrîcan û çîroka ku pêşkeşkirî de wiha got: "Karê min bi xwe wêjeya kurdî ye û pênûsa min jî bi zimanê kurdî dinivîsîne. Ez di sala 2018'an de wêjeyê dinivîsînim. Ez bi xwe jî bi çîroka bi navê "Şefaq" beşdarî mîhîrîcanê bûm. Çîroka min qala şer dike. Di nava kurdan de ciwanên ku heyî ji neçariyê diçin leşkertiyê. Leşkerek ku di nava wan de şervanek azadiyê dibîne û cihê wê eşkere nake, ji ber ew leşker bi xwe jî kurd e. Girîngiya mîhrîcanên wiha ji bo nivîskaran gelek mezin e. Osman Sebrî min bi xwe jî nasdikir, beriya ku wefat jî bike, min cara dawî lê dît. Ev mîhrîcan jî ji bo me tevan pir girîng û bi nirx e. Em di mîhrîcanên wiha de gotar, nivîs, wêje û semînerên xwe bi rengekî azad tînin ser ziman.  Wêje bi xwe jî can û ruhê civakê ye, ji ber wêje civakê zindî dike û ruh didê. Em jî bi riya wêjeyê, zimanê xwe didomînin. Wêje hebe gelê kurd heye. Bi saya şoreşa Rojavayê Kurdistanê behra wêjeyê kurdî jî derket holê û her ku diçe gavên şênber davêje. Wek jineke kurd ku ji me tê xwestin ramanên ku em pê difikirin, daxwaza ku heyî pêk bînin û hestên ku di dilê me de heyî û em bi salan xeyalê wê çêdikin, bi riya wêjeyê dikarin bi nav bikin. Ez weke jinek kurd bi tevlîbûna vê mîhrîcanê gelek kêyfxweşim."
"Armanca me bilindkirina asta wêjeyê ye"
Endama Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Osman Sebrî ya  Wêjeyê, Rîma Silêman di derbarê mîhîrcanê de wiha got: "Îro 5'emîn mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê hate li dar xistin.  Di meha Tirmehê de wê mîhrîcana me bihata li dar xistin, lê mixabin ji ber şewba vîrûsa korona talûxê roja îro bû. Me her şert û mercan de mîhrîcana xwe li dar xist, îro jî mînaka vê yekê ye. Bi zimanê kurdî û erebî tevlîbûn ji mîhrîcanê re çêbû. Komîteya amadekar ji bo mîhrîcanê hate derxistin, ew kes him di hundirê Rojava, him jî derveyî Rojava rola xwe leyîstin. Armanca me li dar xistina vê mîhrîcanê ewe ku asta wêjeyê bilind bikin û xwedî li nivîskarên xwe derkevin. Her wiha wêjevanên me hîn bêtir çalak dibin û rola xwe di nava civakê de dileyîzin. Wêjevanên me rastiya gelê me derdixînin holê û feydeyên mezin li civakê dikin. Her sal ev mîhrîcan tê li dar xistin, kesên ku di karê wêje û nivîsê de başin û dixwazin baş bibin dikarin serdana me bikin."