Li Qamişlo 8’emîn Mihrîcana Wêje û Hunera Jinê dest pê kir

8’emîn Mihrîcana Wêje û Hunera Jinê bi pêşengtiya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê, bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunera bajarê Qamişlo dest pê kir.

Qamişlo – Îro 8’emîn Mihrîcana Wêje û Hunera Jinê, bi pêşengtiya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner a li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir.

Dêriyê mihrîcanê bi wêneyên mexdûrên erdhejê hat xemlandin

Dema ku mirov derbasî Navenda Mihemed Şêxo dibû, yekser rastî wêneyên mexdûrên erdhejê ya ku li Bakurê Kurdistanê û Sûriyê çêbû, ku salona têketina mihrîcanê bi wan hatibû xemlandin. Hemû wêne êş û kareseta ku di encama erdhejê de li ser gel de hat belge kiribû ku pêwîst bû bi hemû mirovan re bên parvekirin û ji bo giyanê wan aştî bê duakirin. Hêjayî gotinê ye ku ji bo giyanê qurbaniyên erdheja ku li Bakurê Kurdistanê û Sûriyê çêbû, rengê bernameya mihrîcanê cuda hatibû amedekirin ku beşên govend û stranan tune bû.

Tablo bi têliyên jinan hatine xêzkirin, îfadeya ked û berxwedanê ye

Beşek ji mihrîcanê ji bo jinên wênexêz hatibû amadekirin, pêşengeh gelek wêne û tabloyên ku bi têliyên jinan hatibûn xêzkirin, dihewand. Her tabolyekê ked, jiyan û berxwedana jinan îfade dikir. Ya di pêşengehê de herî balkêş; gelek tablo û wêneyên şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) yên ku çîroka berxwedanî û keda wan a mezin di parastina Rojavayê Kurdistanê de li hemberî terorê, vedibêjê û nîşan dide.

Beşdarbûna Koma Xewnên Biçûk a hunerên destan

Ya ku mihrîcan dewlementir kir ew bû ku Koma Xewnên Biçûk a hunerên destan ku ji 60 jinan zêdetir cihê xwe tê de digirin, bi berhemên xwe beşdar bûn. Di pêşengeha hunerên destan de gelek berhemên balkêş ên reng û reng hebûn çi mûnet, cil û bergên pêkhateyan, karê destan, çokûlete û çi jî xemlên malê bin. Bi dehan jin berê xwe dan pêşengehê û kêfxweşiya xwe ya mezin ji bo ked û karê jinên ku berhem çêkirine, nîşan dan.

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan, Koma Serdem a Nihasî a muzîkê bi gurzek sîmfoniyên xwe yên cuda mihrîcan dest pê kir.

Paşê  li ser navê Rêveberiya Xweser, Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêvebir a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Ahîn Siwêd axivî û wiha got: “Têkoşîn û pêşketina jinan ne tenê li qadekê rawestiya, hemû aliyên jiyanê wek wêje, hunerên destan û muzîkê di nava xwe de hewand. Ev mîhrîcan ji bo wê yekê hat pêkanîn ku saziya çandî û civaka li pişt jinan be, nirx û qîmeta jinan bide nasîn, hîn bêhtir li kêleka jinan bisekine. Di heman demê de bala jinan bikişîne, jêhatî û jiyanên xwe yên ku di jiyanê de dernakeve pêş nîşan bidin.”

Her wiha li ser navê komîteya amadekar, Botan Hoşê têkildarî mihrîcanê axivî û wiha got: “Em 8’emîn Mihrîcana Wêje û Hunera Jinê diyarî qurbaniyên erdhejê, giyanê şehîd Jîna Emînî, şehîdên me yên ku ji bo azadiyê canê xwe feda kirin û hemû jinan dikin. Di heman demê de 8’ê Adarê li wan pîroz dikin. Her sal mihrîcan bi rengekî şahî tê lidarxistin, rengê wê yê hunerî û govendê li pêş e, lê îsal ji bo rêzdarî giyanê qurbaniyên erdhejê me xwest ku em îsal bi awayekî cuda çêbikin. Hêviya me ya mezin ew e ku em bi serkeftin mîhrîcana xwe derbas bikin û encameke gelek baş jê derxin.”

Hûrguliyên bernameya mihrîcanê

Di mihrîcanê de, li ser kar û xebatên mihrîcanê hat pêşkêşkirin. Paşê helbestvan Lema Elî ku yekem car bi helbestên xwe beşdarî mihrîcana Wêje û Hunera Jinê dibe, bi du helbestên xwe yên bi zimanê Kurdî bi sernavê ‘Wilo Mam’ û ‘Dîlber’ beşdar bû. Her wiha Helbestvan Fatîma Hemîd jî  3 helbestên evînî bi zimanê erebî got û bi mêhvanan re parve kir. Meryem Temir jî bi çend nivîsên ji pirtûka xwe ya bi sernavê ‘Gul ji Devê Şer’ vegot û parve kir. Li aliyê din, şanoyek bi sernavê ‘Darsîn’ a ku behsa tundiya ser jinan bi taybet ji aliyê malbat û civakê ve tê kirin, adet û kevneşopiyên ku li ser jinê tên ferzkirin ku wê mecbûrî lixwekirina çarçefa reş dikin û têkoşîna jinan li dijî vê tundiyê dike, hat pêşandan.

Roja yekemîn ya mihrîcanê bi pêşkêşkirina fîlmê ‘Berbû’ a ku behsa berxwedaniya Serêkaniyê dike, ku derhênera wê Safînaz Evdikê ye, bi dawî bû.