Li pêşangeha ‘Mîrateyên Me’ ya li Qahire hûnerên destan ên cûr be cûr tê pêşandan

Pêşangeh ji bo kesên xwedî hûnerên destan ji bo pêşandana hûnerên xwe qadekê girîng e û pêşangeha ‘Mîrateyên Me’ yên ji çar aliyên cîhanê beşdarbûn heye xwedî girîngiyekê mezin e ji bo Qahire.

ESMA FATHY

Qahire – Pêşangeha ‘Mîrateyên Me’ yek ji pêşangehên herî girîng e ku li Misrê tê sazkirin. Li pêşangeha ‘Mîrateyên Me’ gelek cûreyên cûda yên hûnerên dest tê pêşandan û bi vê awayê dewlemendiyek afirînerî û zanyariyê pêşkeş dike.

Ev pêşangeh ne tenê di asta heremî de di asta beşdarbûna gelek kesên pisporên cîhanî yên di warê hûnera dest de girîngiyekê mezin dihewîne. Lê ji ber bihayê zêde ya pêşangehê hûnermendên ku beşdarî pêşangehê bûne zehmetiyên ku dijîn anîn ser ziman.

Hûnermend rastî zehmetiyan tên

Sêwirînera hûnera dest Suha Sobhi destnîşan kir ku di asta herî û cîhanî de beşdarbûnek pir xûrt ji vê pêşangehê re heye û ev pêşangeh yek ji pêşangehên herî girîng e. Suha Sobhi da zanîn ku ji ber bihayê zêde ya beşdarbûnê beşdarbûna gelek kesan a ji vê pêşangehê re zehmet bûye û got ku ji bo bidestxistina baweriya cewherî girîngiyek mezin dihewîne. Her wiha destnîşan kir ku hevalên wê yên ciwan ên hûnera dest li benda wê rojê ne ku bêyî ku pereyek zêde ya ji hêza xwe zêdetir bidin bikaribin beşdarî pêşangehê bibin.

Soha Sobhi destnîşan kir ku yek ji astengiyên herî mezin a ku ew dijî di asta heremî û derve de bi awayekê baş bazarkirina berhemên wê ye û ya dûyemîn jî zêdebûna biharê madeyên bingehîn ên hûnera wan e ku gelek caran nikarin nirxê ku ji bo van madeyan hatiye dayîn bigrin jî.

Bihayên zêde hûnermenda asteng dike û wendahiyên wan zêde dike

Hanan Al-Tayeb a hûnermenda hûnera dest destnîşan kir ku ew bi pêşangeha ‘Diyarna’ ya gelek azmunan bidest xistiye û got ku xêzkirinên wê ji Mîrateyên Me kêmtir e ji ber ku her sê mehan carekê beşdarvanan dişopînin û di nav pêwendiyê de ne.

Hanan Al-Tayeb da zanîn ku sedema beşdarnebûna wê ya pêşangeha Mîrateyên me bihayê zêde ya ji bo beşdarbûna pêşangehê re tê dayîn ku nikarin bi tevahî rojên xwe yên li pêşangehê bi firotina berhemên xwe nikarin heqê wê  derxin. Her wiha da zanîn ku bihabûna heyî her ku diçe xirabtir dibe û ev jî hûnermedên dest bi awayekê neyînî bandor dike.

Bi vê pêşangehê re xwe gihandiye gelek têkiliyan

Abeer Saad El-Din a hûnermenda plastîkê, mînyatur û şêwekara modelê  destnîşan kir ku bihayê pêşangehê dibe ku li gor kesan tê guhartin û azmûnên xwe yên pêşangeha Mîrateyên Me wiha anî ser ziman: “Min wan şand rûpela Projeyên Misrê û bi awayekê pir lez bersivandin û hîn bêhtir hûrgulî xwestin. Bi vê awayê mînakê xebatên min dîtin û reklamên ku min qet xeyal nedikir pêşkeşî min kirin. Ji bo têkiliya komekî şopîner a ji derveyî derve destûr dan min û bi saya Mîrateyên Me niha li gelek welatan kesên ku ez bi wan re di nav têkiliyê de me hene. Ev di ragihandinê de cih girt, teşwîq û eleqedariyek mezin hebû û beşdarbûna komê aîdê pêşangehê ye.”

Bi pêşangehan re xebat û hûnera xwe bi pêş xistiye

Mamosteya projeyên biçûk û hûnermenda dest Henan Mîtrî jî da zanîn ku ev pêşangeh ji bo wê xwedî wateyek cûda û bi wê re bûye alîkar ku ew beşdarî nav komek beşdarvanan bibe û bi vê awayê jêhatîbûn û xebatên wê pêş bikeve. Her wiha destnîşan kir ku armanca wê ya bingehîn di nav welat û derveyî welat de avakirina têkiliyan e ku bi rêva van têkîliyan dikare xebatên xwe li derve jî pêşkeş bike û her wiha bi wan re azmûnên cûda jî par bike.

Derbarê bihayê zêde ya pêşangehê jî Hanan Mitri da zanîn ku azmûnên ku ew di vê pêşangehê de bidest dixin ji bihayê vê derê giranbûhatir û binirxtir e. Hanan Mîtrî azmûnên ku bi pêşangehê re bidest xistiye wiha anî ser ziman: “Dema ku ez beşdar bûm azmûna min tune bû, lê min welatên cûda û fikrên cûda yên teqînê dikin dît. Min karê xwe pêş xist û ez fêrî bazarê bûm.”