Li Misrê tundî zêde dibe: Kampanya bi tenê têr nakin

Li Misirê tundîtûjiya li beramberî jinê her ku diçe zêde dibe, kampanyayên ku tên meşandin jî têrê nake. Bûyerên tundîtûjiya beramberî jinan ji aliyê civakê ve ji rêzê tên ditîn û tên veşatin.

ASMAA FATHI

Qahire – Yek ji welatên ku li Rojhilata Navîn ku zihniyeta mêrsalarî lê pêşketî ye Misir e, li Misrê komkujiyên jinan tên jiyan kirin û di daneyên tundîtûjiyê de rêjeyek berçav ya zêdebûnê heye. Ji ber zextên civakê Najwa Adel a 32 salî ku nexwest navê xwe yê rast aşkere bike, tenê yek ji mexdûrên tundîtûjiyê ye.

Najwa Adel diyar kir ku tundîtûjiya di nava malbatê de, di civakê de weke ‘terbiye’ tê zanîn û wiha got: “Beriya ku ez bi zewicim ji aliyê bavê xwe ve, piştî ku ez zewicim ji aliyê hevjînê xwe ve rastî tundîtûjiyê hatim.”

‘Bêdengî tundîyê zêde dike’

Najwa Adel diyar kir ku yek ji sedemê zêdebûna tundîtujiya di nava malbatê de zihniyeta mêrsalarî ye û wiha got: “Ne tenê ez im ku rastî tundîtûjiyê têm, di nava civakê de gelek zarokên keç rastî tundîtûjiyê tên û ev weke tiştek ji rêzê tê dîtin. Di bûyerên tundîtûjiya beramberî jinan de civak bêdeng e û weke ji rêzê dibînin. Bêdengiya civakê û ji rêzê ditîna vê rewşê tundîtûjiyê zêdetir dike. Ji ber difikirin ku bi vî awayî jinan terbiye dikin. Jin ji aliyê hevjîn, bira, kurên xwe ve rastî tundîtûjiyê tên.”

‘Ez tirsiyam ku tacizê aşkere bikim’

Najwa Adel a ku ji malbatek dahata wê navîn e hatiye, tiştên ku jiyan kiriye wiha anî ziman: “Min bavek asebî hebû, bavê min û birayê min li min didan. Di nava malbatê de bavê min serdest, dayîka min bê hêz bû. Her çendî ku ez li taxek bi pirestîj mezin bûme, dema ku min dibîstana amadeyî temam kir rê nedan ku ez perwerdeya xwe tamam bikim. Dema ez zewicim, vê carê ji aliyê ew kesê ku ez pêre zewicîm ve rastî tundîtûjiyê hatim. Min êdî xwe li ber tundîtûjiyê ne girt û min biryar da vegerim gel malbata xwe, lê belê vê carê jî ji aliyê cîranê xwe ve ez rastî tacîzê hatim û ez tirsiyam ku vê tacîzê aşkere bikim.”

‘Kampanya tenê têrê nakin’

Reham Gharib di qada zayenpareziya civakî de xebat dide meşandin, destnîşan kir ku bûyerên tundîtûjiya li beramberî jinan tên veşartin û daneyên rast hîn zêdetir in. Reham Gharib anî ziman ku zagona li dijî tundîtûjiyê heye, lê belê nayê bi cihkirin û wiha got: “Mînak mijara sineta jinan heye, cezayê wê giran e û weke sûc tê dîtin. Lê belê ji ber wê ew nîşan bimîne li ser ditirsin gilî bikin. Ew zarokên keç yên ku giliyên xizim, bav û birayê xwe dikin ji aliyê kesên din ve rastî tacîzê tên. Ew kampanyayên ku em didin destpêkirin, gelek caran em encam nagrin. Ev pirsgirêk encax bi perwerde û hişyarkirinê dikare bi dawî bibe.”