Li Minbicê yekem car e ku komek jinên ciwan beşdarî projeya mamosteyên muzîkê dibin

Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê bi rêya dewreyeke perwerdeyê ya 6 mehan, bi armanca pêşxistina rewşa jinan di warê muzîkê de, komek jinên ciwan ji bo projeya mamosteyên pêşerojê yên muzîkê perwerde dike.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic – Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Minbicê, ji destpêka meha Hezîrana borî ve bi armanca pêşxistina aliyên hûnerî yên jinên ciwan dewreyeke perwerdeyê ji bo amûrên mûzîkê vekir û dê şeş mehan berdewam bike. Hejmareke mezin ji jinan beşdarî vê perwerdeyê bûn.

"Eleqeya jinan di warê hunera plastîk, şano û muzîkê de zêde bûye"

Rêvebera Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Minbicê û gundewarê wê Roz Îshaq diyar kir ku piştî xwendina vê projeyê, wan dest bi vekirina dewreyeke perwerdeyê ya amûrên mûzîkê ji bo komek jinên Minbicê kir û wiha got: "Gelek ji jinên ku beşdarî kursên bûne mezûnên Konservatuara Muzîkê ne û xwestine asta xwe bilind bikin û em weke Navenda Çand û Hunerê me ew hilbijartin ku bibin mamosteyê muzîkê da ku dersên muzîkê bidin jinên ku beşdarî kursê bûne. Tiştê ku ev perwerde ji ya beriya wê cuda kir, hebûna rêjeyek mezintir ji pêkhateya jin e. Hejmara jinên ciwan ê ku beşdar bûne niha 6 e û dibe ku hejmar were zêdekirin, ji ber ku jinên ciwan hev teşwîq dikin ku fêrî amûrên muzîkê bibin. Em niha li ser enstrumanên têl û dengbêjî perwerdehiyê didin û li ser wê yekê dixebitin ku beşên reqs û govendê yên jinan jî hebin. Ji destpêka îsal ve eleqeya jinan di warê hunera plastîk, şano û muzîkê de zêde bûye û ev yek jî me teşwîq dike û jinan teşwîq dike ku berdewam bikin."

"Pêdivî ye ku her jin li ber xwe bide da ku xwe îsbat bike"

Mamosteya muzîkê Zeran Faris da zanîn ku di dilê her kesî de hezkirina hunerê heye û wiha axivî: "Ez dikarim xwe bi muzîkê îfade bikim. Ez pir ji amûra ûdê hez dikim. Ûd yek ji enstrumanên rojhilatî ye û mîrateya herêmê îfade dike û ez dikarim gelek awazan bi têlên wê lêxim, lê di pêşerojê de ez ê hînî gelek amûrên din ên muzîkê bibim. Ez dixwazim bêtir ezmûnek bi dest bixim û xwe pêş bixim, ji ber vê yekê ez beşdarî vê kursê bûm, ji ber ku gelek agahdariya nû hene û awayê dayîna dersan jî ji hev cuda ye. Ev însiyatîf teşwîqê hemû komên temenî dike, nemaze ciwanan û derfetek e ji bo pêşxistina jêhatîbûnê. Divê hemû jinên ciwan jinên ku li pey xeyalên xwe dikevin ji xwer re bikin mînak. Pêdivî ye ku her jin li ber xwe bide da ku xwe îsbat bike ji ber ku xweîspatkirin hewldana kesane hewce dike."

"Divê her jineke ciwan ji derfetên Navenda Çand û Hunerê sûd werbigire"

Mamosteya muzîkê Hêvîn Şêxo anî ziman ku her mirovek di hundurê wî de jêhatîbûn û azweriyek wek lîstin, stran û xêzkirin heye û divê ev jêhatî were pêşxistin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ez pir ji gîtarê hez dikim. Ez her dem li enstîtu yan jî cihên fêrkirina gîtarê digeriyam heta ku Navenda Çand û Hunerê derfet da me ku em jêhatiya xwe pêş bixin. Muzîk tiştê ku ziman nikare îfade bike îfade dike, lewra ez wê wek hevalek xwe dibînim. Jinên bajarê Minbicê di warê hunerî de rola xwe tam negirtine û ji bo guhertina vê rastiyê divê her jineke ciwan ku xwedî azwerî an jî jêhatîbûna her amûrek mûzîkê ye, ji derfetên Navenda Çand û Hunerê sûd werbigire."