Li Minbicê sêyemîn mehrîcana jinan a hunerê

Ji bo zindî kirina çanda hemû gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê jinên bajarê Minbicê sêyemîn mehrîcana çandê bi dirûşma "Jin kaniya hunerê ye û genzengela afrîneriyê ye" li dar xistin.

 
Minbic - Ji bo jin xwedî li çanda xwe derkevin, ji nû ve zindî bikin û çanda hemû pêkhateyan bi şêweyên renge renge bên gel hevdû, îro sêyemîn mehrîcana jinan bi dirûşma"Jin kaniya hunerê ye û genzengela afrîneriyê ye", li bajarê Minbicê hat li darxistin. Mehrîcan li Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê hat li dar xistin. Mêvanên ku di mehrîcanê de amadebûn; Kongera Star ji bajarê Qamişlo, dayika şehîd Hevrîn Xelef Suad Mustefa, Meclîsa jinên Sûriyê, Partiya Sûriye Pêşeroj ji bajarê Reqqayê, Rêveberiya Jin a Dêrezor, Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jin ji Kobanê, jinên ji Tebqayê û endam û Rêveberiyên sazî û dezgehên jin yên hunerî a Rêveberiya Sivîl ya bajarê Minbicê û gundewarên wê amadebûn. Hemû jin bi cil û bergên xwe yên filklorî tevlî mîhricanê bûn. Cihê mîhricanê bi amurên kevnar yên hemû pêkhateyan wek xalî, firaqê bi fafon, nihas û tiştkên bi keda destê jinan hatine çêkirin. Sê mehin ji aliyê komîteya amadekar ve ev mîrhrican tê çêkirin.
Çand şaristaniya me ye
Mehrîcan bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê destpêkir. Paşê Berdevka Meclîsa Cîbcîkar Şehrîban Çawîş, bi navê Meclîsa Jin Rîm Derwîş, bi navê Komîteya Amadekar û Hevseroka Çand û Hunerê Roz Îshaq hatin axivîn. Hemûyan di nava axaftinên xwe de sêyemîn mîhrîcan li hemû jinan pîroz kirin û kêfxweşiyên xwe wiha anîn ziman: "Destkeftiyên ku jinan di nava van salan de bi destxistine, divê hemû pêkhate xwedî li çanda xwe derkevin û biparêzin ji ber ku çand mirovan pênasê dike. Çanda me şaristaniya me ye û divê em hemû xwedî lê derkevin."
Paşê komîteya amadekar sêyemîn mehrîcana jinan diyarî dayika şehîd Hevrîn Xelef kirin. Paşê Hunermend Nesrîn Botan sitranên li ser Leyla Guven, QSD'e, Minbic û welat pêşkêşî beşdaran kir. Li rex wê jî sitranên Erebî hatin gotin.