‘Li Mexribê zarokên keç ji perwerdeyê hatin dûrxistin’

Aîşa Belarbî ya ku di çarçoveya çalakiyên Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî di bilêvkirina pirtûka xwe ya bi navê "Li Mexribê Dîroka Civakî ya Avabûna û Perwerdehiya Zarokên Keç" axivî, da zanîn ku li Mexribê zarokên keç ji perwerdeyê tên dûrxistin.

RAJA KHAYRAT

Mexrib - 16’emîn Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya Salê ku îsal cih bide sînemaya Meksîkayê, bi çalakiyên curbecur ên tên pêkanîn re berdewam dike. Di çarçoveya çalakiyên festîvalê yên li bajarê Salê berdewam dikin de, têkildarî pirtûka Aktîvîsts mafên jinan, nivîskar, siyasetmedar û dîplomat Aîşe Belarbî ya bi navê “Li Mexribê Dîroka Civakî ya Avabûna û Perwerdehiya Zarokên Keç" bilêvkirinek hat li dar xistin.

'Zarokên keç ji perwerde û hîndekariyê hatin dûrxistin'

Aîşa Belarbî ya piştî bilêvkirinê derheqê pirtûka xwe de ji ajansa me re axivî, diyar kir ji bo tegihîştina sedemên dûrxistina zarokên keç a ji perwerde û hîndekariyê ya li Mexribê, pêwîste em li dîrokê binêrin. Aîşa Belarbî, wiha got:

“Ez bi salan di bunyeya Fakulteya Zanistên Perwerdehiyê de xebitîm û ev pêvajo bû sedem ku ez bi vê mijarê re eleqedar bibim. Min piştî lêkolîna 10 salan a arşîvên ku min li ser perwerdeya zarokên keç ên li Mexribê bi dest xistin, pirtûka xwe nivîsî. Pirtûk ji bo bersivdana çend pirsên têkildarî bêparbûna zarokên keç a ji perwerde û hîndekariya di serdema beriya metingeriyê derket holê. Di dîroka welat de ji bilî kêmnetewek jinên zanyar û hiqûqnas, zarokên keç bi giştî di mijara perwerde û hîndekariyê de hatin dûrxistin."

‘Tê xwestin zarokên keç rolên kevneşopî bi cih bînin'

Aîşe Belarbî, da zanîn di encama xebatên wê yên di nîvê salên 90’î de bi Wezareta Perwerdeyê û rêxistinên sivîl re pêkaniyê de, tesbît kiriye ku li gelek herêmên Mexribê rêjeya xwendina zarokên keç ji sedî 45 û ji sedî 50 derbas nekiriye. Aîşa Belarbî, bal kişand ku bi taybetî li bajarên wekî Ouarzazate, Errachidia, Sidi Kacem, Al Hoceîma û Essauira zarokên keç ji perwerdehiyê tên dûrxistin û da zanîn hertim ev pirs ji xwe dike “Keç çima rastî dîkekirinê tên û ji perwerdehiyê bêpar hatin hiştin.”

Aîşa Belarbî, wiha got: “Piştre min bi lêkolînkirina dîroka civakî dest bi afirandina bersivan kir. Li gorî nêrîna civakê, ji bo zarokên keç ên li malê dibînin dê rolên kevneşopî bi cih bînin, pêwistiya wan perwerdeyê tunê bû! Her wiha em bi nêzîkatiyek ku ‘xwendina zarokên keç dê bi xwe re gelek pirsgirêkan bîne’ re rû bi rû ne.”

'Ji bo perwerdeya zarokên keç hewildanên girîng hatin kirin’

Aîşa Belarbî, anî ziman ku jin di pêşketina civakê de rolek pêşeng dilêyzin û ev nirxandinan kir: “Lêbelê ji bo hişmedîkirina jinan tu hewldan nîne. Sedemên bêparhiştina zarokên keç a ji perwerdeyê çi ne? Perwerde kirina zarokên keç, di warê pêşveşûna civakî de xalekî girîng e. Rola hikûmetê ya di vê qonaxê de gelek girîng e. Divê dema mafên bingehîn ên zarokên keç bên qebûl kirin, divê ev yek jî îspat bike. Ez di salên dawî de li Mexribê, bi awayekî aktîf beşdarî bernameyên perwerdeya zarokên keç û di nava jinan de bernameyên xwendin û nivîsandina re eleqeder dibim. Em dibînin ku di qadên gundewar de rêjeya perwerdehiya zarokên keç bi rêjeya xwendina zarokên kur re wekhev e. Ji bo vê yekê jî hewldanên girîng hatin kirin. Îstatîstîkan nîşan didin ku nêzî 3 milyon jin biperwerde ne.”

'Xebatên têkildarî perwerdeya zarokên keç eleqeyê dibîne’

Aîşa Belarbî, dest nîşan kir xebatên wan ên li qadên gundewar têkildarî perwerdeya zarokên keç didin meşandin, ji aliyê hikûmet û komeleyên jinan ve eleqeyek dibîne û wiha got: “Bernameya ku rêjeya perwerdeya zarokên keç sînordar dike, dema derfetên kar kêm dibe, bû sedem ku malbat zarokên keç li gundan yan jî li bajaran bişînin kar. Di vê çarçoveyê de, çi li qadên gundewar û çi li bajar bin hewl hat dayîn ku ji bo xwendevanên keç perwerdeya xwe berdewam bikin, mal bên avakirin. Ev nayê înkar kirin.”

Aîşa Belarbî a dest nîşan kir ji bo berçav derbaskirina zagona malbatê hewildanên mezin ên hikûmet, komeleyên jinan û rêxistinên mafên mirovan hene, da zanîn ku divê zagona malbatê ya wekheviya zayendî bingeh digre, were pejirandin.