Li Mexribê 'Rojên Karîkaturên Jinan' didome

Xebatên ku di çarçoveya 'Rojên Karîkaturên Jinan' ên li Kazablankayê hat lidarxistin de karîkatur hatin pêşandan, balê dikşîne ser qalibên serwer ên der barê jinan di civaka Mexribê de û banga misogerkirina wekheviya zayendî ya jinan hat kirin.

HANAN HARITE

Mexrib - Rojên Karîkaturên Jinan ên ku bi sernavê “Ketina te ya sefaletê”(rola te ya di karên malê de) 15'ê Mijdarê li Kazablankayê ya Mexribê hat amadekirin dê heta 15’ê Kanûnê bidome. Pêşangeh armanc dike ku der barê girîngiya wekheviya zayendiya civakî de hişyariyê ava bike. Rojên karîkaturan ku bi hevkariya Weqfa Heinrich Boll ya li Mexribê û Navenda Hunerê ya Emerîkayê ya li Kazablankayê hat lidarxistin, bi berhemên hunermendên ciwan ên ku burs tên dayîn, hat vekirin.

Hunermend Samra Dakkak ku beşdarî pêşangehê bû, karîkaturên li salonê tên pêşandan bi ziyaretvanan re temaşe kir û li bertekên wan guhdarî kir. Samra Dekkak bi van gotinan diyar kir ku wekheviya zayendî dixwazin: “Pêşangeh êşên jinên Mexribê û daxwaza wekheviya zayendî nîşan dide. Em ê bi hunera karîkaturê re, bê pirsgirêk peyamên xwe bigihîjînin ciwanan.”

‘Maf tên girtin nayên dayîn’

Yek ji beşdarvana pêşangehê Somaya El-Baidawî diyar kir ku ev pêşangeh ji bo wê derfetek e, da zanîn ku di perwerdeyek şeş mehan de derbas bûye û îro jî ders dide xwendevanan. Somaya El-Baidawî bi van gotinan diyar kir ku di heman demê de bi ziyaretvanên re sohbet dikin: "Em ji bo ji wan re vebibêjin ku hûn ji dema vekirina pêşangehê heta niha çi hîs dikin, çawa li mijara wekheviyê dinêrin û dê ev çawa pêk were, xwe gihand komeke mezin a ciwan û xwendekaran.” Somaya El-Baidawî wiha got: “Maf tê girtin, nayê dayîn. Bi taybetî ji bo di nav ciwanan de di vê mijarê de hay jê hebûn bê avakirin hewldanek mezin hewce dike. Di pêşangeha Rojên Karîkatûra Jinan de, ji bo şikandina qalibên di mejiyê ciwanan de me bal kişand ser jinan û wekheviyê.”

'Karê malê tenê tiştek ku jin bikin nîn e’

Somaya El-Baidawî da zanîn kesên ku bawer dikin divê jin tenê bi karên malê re bi mujûl bibin heye û wiha got: “Karê malê tenê tiştekî ku jin dikin nîne. Divê her du zayend jî bikin.Ji bo misogerkirina wekheviya zayendî divê em destpêke pêşiya jinan vekin ku bikaribin xwe bi civakê bidin qebûlkirin û dîwarê bêdengiyê bişkînin."

'Gelek tiştên tên guhertin hene lê ne têrker in'

Dîrektora Navenda Rêveberiya Kariyerê Nadiya Obeidî jî bal kişand ser girîngiya di saziyên perwerdeyê de ji bo xwendevanan bi avakirina atolyeyên hişyariyê der barê mafên jinan de avakirina hay jê hebûnê. Nadiya Obeidî der barê rewşa jinên Mexribê de axivî, wiha got: “Ji bo tiştên dayik û bapîrên me jiyane, rewş hin baştir e. Gelek tiştên tên guhertin hene lê ne têrker in. Tiştên ku ji bo misogerkirina wekheviya zayendî bal were kişandin jî hene. Divê dema ku jin dikevin nava Xebatê, mêr karê malê bi wan re parve bikin. Ji ber vê rola van pêşangehan girîng e.”

Yek ji xwendekarên 20 salî ku ji pêşangehê sûd digre Sabreen Mahboûb, wiha got: “Mijara wekheviya zayendî girîng e û bi ravekirin û agahiyên ku der barê hunera karîkaturê de ji me re hatin dayîn re ketim nava bandorek baş. Ji ber ku civak li malê yan jî li kar zexteke mezin li jinan dike, hê jî mafên jinan tê tunehesibandin lê divê wekheviya zayendî hebe. Divê hemû ferdên malbatê alîkariya hev bikin.”