Li Mexmûrê ji bo 8’ê Adarê pêşangeh hat vekirin

Wexfa jinan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî di çarçoveya rêze çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, pêşangehekî ya çand û hunerî vekirin.

Mexmûr-  Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehît Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi dirûşemeya ‘Bi qêrîna Jin Jiyan Azadî dihûnin tevna jiyanê’ dabû destpêkirin. Wexfa jinan a Wargehê di çarçoveya rêze çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, pêşangehekî ya çand û hunerî vekirin. Di pêşangehê de tablo, kel û pelên bi dest hatin çêkirin û hatin pêşkêş kirin, ji aliyê dayîkan ji bo tevayî giyanê şehîdan nan hat çêkirin û dengbêjî gotin. Pêşangeh bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê Şehîdan hat destpê kirin.

Pêşengeh ji bo bîranîna şehîdên şoreşê û windahiyên erdhejê hat lidarxistin

Ji bo vekirina pêşangehê Ayten Sure axivî û wiha got: “Wek tê zanîn her sal li Wargeha Penaberan a Şehît Rûstem Cûdî bi saya şehîdan em 8’ê Adarê bi pîrozbahiyan pîroz dikin. Lê îsal beriya mehekê erdheja ku li Kurdistanê ru dayî em gelek xemgîn bûn, bi taybet jî wek gelê Wargehê. Bandoriyek mezin li ser me çêkir ji bo wê yeke me îsal nexwest bi wek şahî vê rojê pîroz bikin, me got emê bi şêweyek pêşangehek hem wêneyên windahiyên erdhejê, hem wêneyên têkoşerên xeta azadiya Kurdistanê ji bo em bi bîr binin me pêşangehek bi vî rengî amede kir. Em hêvîdarin ku carek din erdhejek bivî avayî pêk neyê. Em cardin dibêjin em 8’ê Adarê li mîmarê azadiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li girtiyên zîndanan û her çar parçeyên Kurdistanê pîroz dikin.”

Pêşangeh bi dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Bijî Serok APO’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ hat vekirin.