Li Mexmûrê Akademiya bi navê Şehîd Serhed ya çand û hunerê hat vekirin

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Akademiya Şehîd Serhed di çarçoveya pêşxistina xebatên çand û hunerî de bi daxuyaniyekê hat vekirin û di heman demê de Stêra Zêrîn jî dewreya perwerdê ya enstrumanan da destpêkirin.

Mexmûr - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Akademiya Şehîd Serhed di pêşangeha lêkolîna xebatên çand û hunerî de bi daxuyaniyekê hat vekirin û di heman demê de Stêra Zêrîn jî dewreya perwerdê ya enstrumanan ji bo nêzîkî 200 zarok û ciwanan da destpêkirin. Di daxuyaniya ku hatiye dayîn de hat diyarkirin ku wek Stêra Zêrîn TEV- ÇAND piştgirî didin pêngava PAJK û KJK'ê ya di 'Xweparastin' de. Daxuyanî li Akademiya Şehîd Serhed hat dayîn. Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo giyanê cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî endametiya TEV-ÇAND'ê Ronahî Yaman daxuyaniya xwend.

Daxuyanî wiha got:

“Sedsala dawî re dixwestin civaka Kurd di warê çandî de bi qirkirinekê re derbas bikin. Ew kesên ku nekarîn di warê çandî de qir bikin. Rêber Apo dibêje: qirkirina çandî gelek êşe û demdirêj dewam dike jiber wê ye ku ev qirkirin heya rojame ya îro bi şerê taybet tê meşandin. Di sedsala 21'an de şerekî gelek dijwar heye. Ev şer bi taybet li ser jin û ciwanan tê meşandin û dixwazin civakek bê hiş bidin avakirin.

Emê bi deng û awazên xwe bibin rûyê hunerê yê berxwedane

Em wek gelê Mexmûrê nêzîkî 30 salin ji cih û warê xwe neçarî koçberiyê hatin kirin. Di destpêkirina vê penaberiyê de dijmin wisa hêvî dikir ku emê bi vê penaberiyê re bêne helandin. Dirêj kirina penabertiya me di çand û nasname ya xwede îsrar kirine. Bê rumetî ne pejirandine. Di roja me ya îro de li hemberî Rêbertiya me tecrîdek giran heye û heman demê de li ser civaka Kurd tê meşandin. Gelê Kurd wek roja yekê wê tu caran jiyanek bê Rêbertî ji xwe re ne pejirînin. Têkoşîn û berxwedana Rêber Apo ji mere dibe hêz û pîvana hemû xebatên me ye hunerî. Emê bi deng û awazên xwe bibin rûye hunerê yê berxwedane.

Emê bi parastin û pêşxistina çanda xwe tecrîdê bişkênin

Em jî wek Saziyên Stêra Zêrîn û TEV-Çand ya Wargeha Şehîd Rustem Cudî demek dirêje ku xebatên çand û hunerê tê de tê meşandin cardin bi xebatên akademîkbûnê dest bi pêjavojekî dikin. Bi vê pêvajoyê hemleya ku ji aliyê KJK û PJAK'ê ve hatiye destpêkirin piştgiriya xwe di warê parastina çand û hunera Apoyî de radigihînin. Emê bi xebatên weke; qursên ensturmanan û xebatên Akademiya Şehîd Serhed destpê bikin. Emê bi parastin û pêşxistina çanda xwe tecrîdê bişkênin û çanda xwe bi awayekî azad bijîn û emê êrişên şerê taybet bi xwedî derketina çanda xwe vala derxin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

'Nêzî 200 xwendekarên me hene'

Çîdem Bilehî ku yek ji mamoste dewreya perwerdeya ensturmanane di destpêka axaftina xwe de vekirina akademiya Şehîd Serhed li xelkê wargehê pîroz kir û got: “Ve akademiyê û destpêkirina dewreya perwerdeya ensturmanên wek saz, erbane û gîtar ji bo pêşxistina çanda Kurdî dayek girînge. Ji ber ku dijmin dixwaze ji aliyê çandî de me wek gelê Kurd qir bike. Di vê serdema ku ewqas êrişên qirkirinê li ser me têne meşandin, wek bersivek me dewreyên perwerdê dane destpêkirin. Ji bo ciwan û zarokên me yên wargehê jî ji aliyê çand û hunerê de gavek mezine. Nêzî 200 xwendekarên me hene. Wek temen jî sînorek diyar nîne. Ji temenê 5 salî heta ku bikare ensturmanan bikarbînin.”

'Di hunera Kurdî de mirov xwe nasdike'

Çîdem di dewama axaftina xwe de ev tişt got: “Bi çand Di destpêka pêngava PAJK û KJK'ê de dest pê kir, me jî li ser esasê parastina û hunera Kurdî piştgiriya xwe da nîşan. Ji ber ku di hunera Kurdî de mirov xwe nasdike, di xwe de nasdike ji mirov dikare xwe biparêze. Em jî dixwazin vê hîmê bidin pêş û xwendekarên xwe perwerde bikin.”

Çîdem Bilehî di dawiya axaftina xwe de bang li tevahiya ciwanên Kurd kir ku çand û hunera Kurdî biparêze.