Li Kobanê ji bo 8’ê Adarê pêşangeha wêneyan

Tevgera Hîlala Zêrîn bi wesîleya 8’ê Adarê pêşengeha “Bi qeşengiya rengan em ê keziyên azadiyê bixemilînin” birêxistinkir.

Kobanê - Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî û di çarçoveya rêzçalakiyên hemleya bi navê “bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin”, îro Tevgera Hîlala Zêrîn ya kantona Firatê pêşengeha bi navê “Bi qeşengiya rengan emê keziyên azadiyê bixemilînin” birêxistinkir.

Di pêşengeha ku li goristana şehîd Dicle pêk hat de, 27 tabloyên ku wêneyên têkoşerên jinên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Agirî, Dicle Kobanê, Hevrîn Xelef, Viyan Peyman, Sorxwîn Rojhilat, wêneyên şervanên YPJ’ê û merasîmên oxirkirina cangoriyan, hatin pêşkêşkirin. Di pêşengên de bi sedan jinên bi cil û bergên xwe yê gelêrî û endamên saziyan amede bûn.

Merasîma vekirina pêşengeha bi qûtkirina şirîtê ji aliyê dayîkên şehîdan ve û berzkirina dirûşên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Şehîd Namirin” pêk hat, piştre hevseroka desteya Çandê ya kantona Firatê Rodîn Yusif axivî.

Rodîn Yusif wiha got: “Em Roja Jinan ya Cîhanî di destpêkê de li avakerê bîrdoziya azadiyê Rêber Apo û jinên têkoşer ku em îroj bi saya wan van rojan dijîn û 8’ê Adarê watedartir dibe, pîroz dikin. Dema mirov bixweze rastiya civakekê bizane, destpêkê li çand û hûnera wê dinêrin. Ji xwe hûner weke nan û ava gelan têbinavkirin. Em jî weke hezkiriyên çand û hûnera xwe, hewil didin bi çalakiyên hûnerî nan û ava xwe biparêzin. Li Kobanê gelek mihrîcan çandî, hûnerî û wêjeyî pêk tên ku ev pêşengeh jî yek ji van çalakiyên bi wate û girîng e. Bi taybet ji bo jinan jî, jinên ku nikarbûn nasname û hebûna xwe bînin ziman, em dibînin ku îroj bi riya hest û tabloyên xwe rengê azadiyê xêz û nîşan didin.”

Dê pêşeng heyanî seatên piştî nîvro bidome.