Li Kerkukê Pirtûkxana Jinên Rewşenbirên hat vekirin

Li bajarê Kerkukê bi boneya 8’ê Adarê pirtukxaneya taybet ji bo jinan bi navê Pirtûkxana Jinên Rewşenbirên hat vekirin.

Kerkuk - Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li bajarê Kerkukê yê Başûrê Kurdistanê li tenişta Navenda Rewşenbirên bajar a li taxa Îskan pirtukxaneyk taybet ji bo jinan bi navê Pirtûkxana Jinên Rewşenbirên hat vekirin. Pirtûkxane ji aliyê rêxistina Viyan ya ji bo bidestxistina mafê jinan diyarî jinên Kerkukê hat kirin. Di merasîma vekirina pirtukxaneyê de gelek jinên çalakvan, hunermend û hêjmarek kesayetên rewşenbîr û nunerên rêxitinên bajar amadebûn.

Di derbarê armanca vekirina pirtûkxanê de berpirsa rêxistina Viyan Fenar Faruq got: “Me ev pirtukxane vekir da ku jin bikarin li cihekê kom bibin û herwiha jin bikarin hişyar bibin û jinên bajar bikarin divê pirtukxaneyê de lêkolînan bikin. Me li Kerkuk cihek nine ku jin li hev kom bibin. Jinên bajarê Kerkuk ji ber çanda bajarê Kerkukê rê nade jin biçin cihên kom, ji be rwê me xwest cihek weke pirtukxane vekin. Li vê derê peyama me ji bo jinên Iraqê dikim ku eve pirtukxane bi vî awayî me li Kerkuk vekiriye û ne pirtukxana dawiye.”