Li hemberî derhênerê fîlm ê beşdarî festîvalê bûye bertek

Festîfala filman ya Fecrê ku li Tahranê tê li darxistin ji bo piştgiriya serhildanên Îranê bike lîstokvan û derhênerê filma ‘Çima Tu Nagrî’ festîfal baykot kirin û beşdarbûna amadekarê filmê bû sedema bertekan.

Navenda Nûçeyan – Îsal 41’emîn Festîfala Filman ya Fecri ku li paytexta Îranê Tahranê tê li darxistin di 1’ê Sibatê de destpê kir. Lîstokvan û derhênerê filma ‘Çima Tu Nagrî’ boykota festîvalê kirin û beşdar nebûn. Ji ber amadekarê filma ‘Çima Tu Nagrî’ Reza Mohagnegh beşdarî festîfalê bû ev yek bû sedemê bertekan. Lîstokvanan ji bo piştgirî bidin serhildanên Îranê beşdarî festîfalê nebûn, lê belê amadekarê filmê bi tena serê xwe çû festîvala filman ya Fecir û li wê derê daxuyaniya çapemeniyê da. Reza Mohagnegh ji ber piştgirî dane serhildanê êrişî lîstokvan û derhênêr kir û anî ziman ku nêrînên xwe anîna ser ziman karê polîtîkageran e.  

Festîval boykot kirin

Di heftiyên bûrî de di nava wan de Haniye Tavasli, Fereshte Hoseini, Baran Kothari û lîstokvanên din bi daxuyaniya çapemeniyê diyar kiribûn ku wan festîvalê boykot kirine. Lîsstokvanan dabûn zanîn ku şerm e ku bejdarî festîfalê bibin û gotin ku ger di mijara beşdarbûna filma ‘Çima Tu Nagrî’ ya festîvalê de fikrê wan bihata girtin, wê vê yekê asteng kiriban.

Aktirîsta Îranê Haniyeh Tavasli beriya niha di malpera xwe ya fermî ya medyaya dijîtal Istagramê de nivisek parve kiribû û diyar kiribû ku wan festîval baykot kiriye û wiha nivîsandibû: “Li rûxmê navê film, mehên berê ez gelek giriyam û ji bo beşdarbûna festîvalê hêza min ya zihnî nîn e.”