Li Helepce Rêxistina Nafa ya ji bo hêza jinê hat vekirin

Li Helepce ji bo hêza jinê di aliyê kar de Rêxistina Nafa hate vekirin, armanca wê hêza jinê di aliyê huner, çand û destrengiyê de derxistina holê ye.

Helepçe- Duh êvarê li Helepce rêxistina Nafa ya hêza jinan hate vekirin ku ji bo civaka sivîl û taybet ji bo hêza jinan û ciwanên Helepçe rêxistinek gelek bi sud e.

Rêvebera rêxistina Nafa Nafye Mihemed derbarê vekirina rêxistinê de diyarkir ku armanca rêxistinê derxistina hêza jin û ciwanan e û wiha got: “Ev rêxistin ji çend beşan pêk hatiye. Beşek taybet ji bo peydakirina derfetê kar e ji bo jin û ciwanan. Ciwan hemû çûne bajarên derveyê Helepce, ji ber wê em weke rêxistin hêza jin û ciwanan derbixin holê da ku li Helepce derfetê kar ava bibe. Beşa muzîk û şêwekarî û destrengiya jinan heye. Armanca me ew e ku komek jinên ciwan hebe ku Helepce bi cil û bergên resen temsîl bikin, her wiha pêwîste destê ciwanan bê girtin û bi pêşangehên karê dest li Helepce û derveyî Helepce werin pêşandan. Jinên destrengîn beşek din ji rêxistininên bi vê awayîne ku bikarin rêyê jinên destrengîn kêrhatiyên xwe kom bikin û bikarin pêwîstiyên wan dabîn bikin dahata jiyana xwe bi keda xwe bi dest bixin.”

Ciwan Yasîn ya destrengîn da zanîn ku hebûna van cûrên rêxistinan giring e ji ber ku bi vê yekê derfetê kar ji bi jinan peyda dibe û alîkariyek baş e ji bo jinan.

Rêxistina Nafa ji bo derxistina hêza jinan dûh li Helepçe hate vekirin û jinan di vê rêxistinê de dest bi kar kirin.