Li Helepçe pêşangeha wêneyên kîmyabaranê hat vekirin

Li Helebçe bi boneya 34’emîn salvegere kîmyabarana Helepçe pêşangehek wêneyên hemû pêkhateyên bajêr hate vekirin. Di pêşangehê de 2 hezar wêne hatin nîşandan.

Helepçe - 34 Sal li ser kimyabarana Helepçe re derbaz bû, bi vê boneyê li bajarê Helebce yekem navenda Pêşangeha Helebçe bi navê Pêşangeha Celal Azebanî ku yek ji şehîdên kîmyabarana Helepçe ye hate vekirin. Di pêşangehê de 2 hezar wêneyên kesayetên navdar ên pêkhateyên li herêmê hatin nîşandan. Gelek hemwelatî serdana pêşangeha Helepçe dikin da ku wêneyên kes û karên xwe bibînin.

“Vekirina pêşangehê gelek giringe”

Çalakvana jinên Helepçe Hemîde Cemal di derbarê pêşangehê de ji ajansa me re axivî û got: “Vekirina pêşangehek bi vî rengî dîrokê nîşanî hemû kesan dide ka demboriyê çî hatiye jiyîn. Niha hemû kes dibine li vêderê gelek wêne hene ku bi destê wênexêzên bi ezmûn hatine çêkirin tên nîşandan. Ez piştgiriya xwe ji bo gelê Helepçe dûbare dikim.”

 “Hewceye em hîn zêdetir giringiyê bi dîroka Helepçe bidin”

Yek ji jinên ciwanên Helepçe Gulan Elî jî got: “Pêşangehên wisa giringî û nirxê Helepçe diyar dike. Ji ber ku gelê Helepçe gelek keyfxweş dibin ji ber dîrok û asta rewşenbirî ya Helepçe di demboriyê de nîşan didin. Ez di wê baweriyê deme ku hîn zêdetir destê wan kesên ku hewil didin bigrin, da ku hîn zêdetir giringî bi dîroka Helepçe bidin û hîn zêdetir nas bikin.”

“Di pêşangehê de 2 hezar wêne hene”

Xwediyê galeriya Helepçe Aram Şamêranî jî di derbarê pêşangehê de wiha got: “Fikrê vekirina vê pêşangehê eve çend sale heye. Ji ber wê me biryar da ku bi butçeya taybet ya galeriya Helepçe vê pêşangehê vekin. Di pêşangehê de 2 hezar wêne hene.”