Li Helepçe merasîma Mastê Qelatî hate li darxistin

Li gundê Hawar a girêdayî Helepçe Kakeyiyan merasîma çandî ya Mastê Qelatî li darxistin.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepçe – Roja Bexşîn yan jî Mastê Qelatî, rojek pîroz û dîrokî ye ji bo Kakayiyan. Her sal di vê rojê de ciwan û pîr ji bajar û bajarokên cûda ên Başûrê Kurdistanê berê xwe didin gundê Hawar a girêdayî Helebçe û bi coş û xirûşekê beşdarî merasîma Mastê Qelatî dibin. 

Weke her sal dûh li gundê Hawar merasîma Mastê Qelatî hate li darxistin. Endama xwebexş ya rêxistina Şînruya Kakayî Şînyar Yadîgar derbarê merasîmê de wiha got: “Em vê rojê weke kevneşopiyekê bi merasîmek heybet pêşwazî dikin, em bi merasîmên vî awayî gelek keyfxweş in. Li hev kombûna me wisan dike ku li beramberî hevdû xirabî neyê kirin.”

‘Divê xwarina destê hevdû were xwarin’

Emîre Feteh a beşdarî merasîmê bûye wiha got: “Di demê kevin de mast û dew zêde bû, darek hebû bi navê dara Qelatî û di bin wê darê de me xwarin li ser ew kesên ku mast û dewê wan kêm heyî belav dikir. Baweriyek wisa hebû ku diviya bû xwarina destê hevdû bixwun. Lê belê niha tişt gelek zêde bûne û em bi hemû cûrên xwarinê li vê derê kom dibin bi hêviya ku xwarina destê hevdû bixwin û dilê me li beramberî hev paqij bibe.”

Rengîn Marf jî wiha got: “Îro rojek çandî ya civaka Kakayiyan e û her sal tê pîrozkirin. Ew kesên ku beşdarî dibin xwarinên cûr be cûr tînin bi taybet mast tînin, ji bo paqijiya dil, weke rengê sipî yê mast em bi beşdariya merasîmek bi vî awayî gelek keyfxweş in.”

Li aliyek din amurên tambur ku taybet ya Kakayiyan e, di merasîmê de lê didin û koma Tembûrê ku ji jinên gundê Hawar pêk tê bi awazên xwe reng dan merasîmê.