Li Helepçe merasîma mastê qelatê hate li darxistin

Bi diruşma ‘Bexşîn çanda me ye’ Kakainên sînorê Helepçe merasîma roja bexşînan li darxistin.

Helepçe - Duh Kakaiyên gundê Hawar yê Helebçe merasîma bexşîn yan jî mastê qelatê bi dirûşmeya “Bexşîn çanda me ye” bi pêşengiya Rêxistina Şinriwê lidarxistin ku merasîmek olî û civakî ya taybet a Kakaiyan e. Bi sedan kes tevlî merasîmê bûn.

Merasîm bi yek deqe rêzgirtinê destpê kir û her wiha di merasîmê de mast û berhemên şîr hat parvekirin. Weke çandekê di vê merasîmê de Kakaî berhemên ajalan li hev parve kirin û keç û xortên Kakaiyan bi hev re temborê dijenin.

Çanda xwe diparêzin û hewl didin zindî bihêlin

Endama rêxistina Şinriwê ya Kakayî Tafan Yawer li ser merasîmê axivî û wiha got: “Merasîma roja bexşînê diviya bû di meha Nîsanê de bihata li darxistin, lê belê ji ber meha Remezanê hate paşxistin. Armanca me ewe ku bi van merasîmên wisa yên olên Yarsanî bikarin ruhê bexşîn zindî bikin û bi kevneşopiyên xwe yên olî em çanda civaka xwe bi parêzin.”

Edama parlemena Iraqê ya dema pêncem Necwa Hemîd Kakayî kêfxweşiya xwe ya merasîmê anî ser ziman û wiha got: “Ez gelek keyfxweşim ku dikarim bejdarî merasîmên bi vî awayî bibim û di salên bê de emê hîn amadekariyên baştir bikin.”

Dîroka vê merasimê heta ji berî 600 salan diçe. Ji wê demê heta niha dı werza biharê de ev merasîm tê kirin. Di merasîmê de berhemên ajalan dibexşin kesên pêwîstiya wan pê heyî.