Li Helepçe mêhrîcana pirtukan

Li Helepçe Mêhrîcana pirtukan ku 720 navnîşan û çavkaniyên dezgahên edebî û dezgahên din têde cîh digirin hate nîşandan û wê ev mêhrîcan çar rojan bi dome.

Helepçe- Îro danê siharê navenda Rewşenbîrên Edebî bi hevkariye rêveberiya giştî ya Rewşenbirî ya hunerî li herêma Helepçe bi rêveberiya hunerê ya Helepçe Mêhrîcana pirtukan heta li darxistin û di mêhrîcanê de bi sedan pirtuk hatin nasandin. Gelek kes bejdarî vê mêhrîcanê bûn, wê mêhrîcan çar rojan bi dome. jinên ciwan ên bejdarî mêhrîcanê bûne nêrînên xwe bi ajansa mere parve kirin.
“Ji bo pirtûk û xwêner nêzî hev bibin”
Jina ciwan a bi navê Hejar Mecîd ku bejdarî mêhrîcana Pirtukan bûye wiha got: “Em weke erkdar pêşengtiyê ji vê mêhrîcana ku wê çar rojan dom bike re dikin. Ji ber serma, germa û korona em hemû ji pirtukxwendinê dur ketin. Me xwest em pirtuk û xwêneran nêzî hevd bikin. Ev mêhrîcan ne tenê nasandina pirtukane têde xwendina pirtuk, helbest û çalakiyên cur be cûr hene.”
Hêjmara bejdarvanên jin zêdetire 
Bejdarvana mêhrîcana pirtukan ya bi navê Sarya Bekir di derbarê mêhrîcanê de nêrînên xwe wiha anî zîman: “Li darxistina mêhrîcanên bi vî awayî gelek başe û gelek xêneran berê xwe daye vê mêhrîcanê. Gelek jin bejdar bûne bi vê boneyê gelek kes berê xwe didin vê derê û xwesteka wan ya pirtukxwendinê hîn zêdetir dibe.”
“Teknolojî cihê pirtukê nagre”
Xwênere pirtukan Hetaw Mihemed jî di derbarê xwendina pirtukan de wiha dibêje: “Ez gelek keyfxweşim ku mêhrîcanek bi vî awayî li Helepçe hatiye li darxistin. Helepçe cihê rewşenbîrane. Mixabîn niha ciwanên me ji xwendina pirtukan dur ketine û bi teknolojiyê re eleqede dibin, lê belê teknolojî qet cihê pirtukan nagre. Dawaza min ji ciwanan ewe ku ji pirtukan hez bikin û pirtukan bixwinin.”