Li Helepce Heştemîn Festîvala Gula Hinarê tê lidarxistin

Li Helebce bi diruşmeya ‘Li Helepce bêhna helbestê tê’ heştemîn festîvala Gula Hinarê ji bo helbestvanên ciwan hat lidar xistin.

Helepçe - Duho li hola doktor Mustafa Zelmî ya li Helpce ji aliyê Wezareta Rewşenbirên Lawan û Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hûnerî ve bi diruşmeya ‘Li Helepce bêhna helbestê tê’ heştemîn festîvala Gula Hinarê ji bo helbestvanên ciwan hat lidar xistin.

Helbestvan Roj a ji Helepce ku beşdarî festîvalê bûye da diyarkirin ku ev heşt sal e ev festîval tê lidar xistin û wiha got: “Ji demê kevin vê ji Helebce re wiha hatiye gotin, Baxçeyê Helbestan. Gelek helbestvanên mezin ji Helepce derketine ji ber wê dewlemendbûna Helepce ya bi helbestên Kurdî ji kevin ve maye. Ev pêşketin ne tenê di aliyê helbestan de ye, her wiha di aliyê edebî de jî gelek bi pêş ketiye. Her çend beşdarbûna jinan kêm e jî, lê belê fikrê jinan di helbestan de heye.”

Heştemîn Festîvala Gula Hinarê ya bi beşdarbûna 18 helbestvanên ciwan ên ji bajar û bajarokên Kurdistanê tê lidarxistin, wê dû rojan berdewam bike.