Li Helepçe festîfala heştemîn a Hinaran dest pê kir

Di bin çavdêriya wezareta çandinî û tora rêxistina Helepçeyê de heştemîn Festîfala Hinaran li Helepçeyê dest pê kir.

Helepçe- Di bin çavdêriya wezareta çandinî û tora rêxistina Helepçeyê de heştemîn Festîfala Hinaran a peyîzê li Helepêçe dest pê kir.

Her sal li Helepçeyê bi amadebûna hejmarek berbiçav a aliyên hikumet, partî û rêxistinan festîfala Hinaran a peyîzê li Helepçeyê tê lidarxistin. Îsal jî weke hemû salên din zêdedirî 400 kon ji bo firotinan hatine avakirin û tê de hinar weke berhemên sereke û piştre jî berhemên Kurdewarî di festîfalê de tên nîşandan. Li seranserî Kurdıstanê hemwelatî serdana vê festîfalê dikin.

Ev festîfal wê sê rojan berdewam bike û di roja dawî de dahata firotina berhemên di festîfalê de bi daxuyaniyek dê were aşkerakir