Li Helebê pêşangeha wêneyan a xwendekaran

Li bajarê Helebê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşangeheke wêneyan ji aliyê dibistana Şehîd Qehreman Efrîn ve hat vekirin.

 
Heleb - Şagirtên dibistana şehîd Qehreman Efrîn a bajarê Helebê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşangeheke wêneyan vekirin, tê de berhemên destan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên têkildarî bûyerên ku li Efrîna dagirkirî bi çavên xwe dîtine pêşkêş kirin. Xwendekaran îro dest bi xebatên pêşangehê kirin û tê de zêdetirî 30 wêne hatin pêşkêşkirin. Pêşangeh li dibistana Şehîd Qehreman Efrîn a ku dikeve taxa Şêx Meqsûd Şerqî hat vekirin, bi dehan xwendekar dibistana Şehîd Qehreman, mamoste û Rêveberiya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) tevli vê pêşangehê bûn. Pêşangeh wê rojekê berdewam bike. 
Dibistana Şehîd Qehreman Efrîn yekem dibistan e di sala 2018’an de li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye vekirin. Ev dibistan perwerdeyê bi zimanê Kurdî dide. Her wiha şagirtên ku ji Herêma Efrînê koçber bûne di vê dibistanê de xwendina xwe didomînin. Vê dibistanê gavên pir serkeftî avêtine û ji refa seretayî heya amadehî tê de perwerde dibînin. Têkildarî vekirina pêşangehê mamoste û şagirtên dibistana şehîd Qehreman hestên xwe bi me re parve kirin. 
 Huner hestên mirovan dide der
Rêvebera Dibistana Şehîd Qehreman Efrîn Eynûr Yûsif bal kişand ser armanca vekirina vê paşangehê û wiha got: “Huner hestên mirovan dide der. Ev pêşangeh bi keda şagirtên me hatiye vekirin, em weke mamosteyên dibistanê pir kêfxweş bûn bi hestê şagirtan, ked û heyecana wan. Wêneyên şagirtan pir balkêş in mînak wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên çand û folklora Efrînê û wêneyên xwezaye Efrînê xêz kirine. Hestên mirovan her zindî ne û bi hunerê re xwe didin der. Em dixwazin di demeke nêz de vegerin ser axa xwe û hest, hezkirin û gotinên xwe bi hev re parve bikin. Daxwaza me ew e ku her malbat xwedî li ziman û çanda Kurdî derkeve, her wiha zarokên xwe jî hînî wateya girîng a jiyîna bi çanda xwe re bikin.”
Min di wêneyên xwe de girîngî daye dayikan
Xwendekarê bi navê Xelîl Hiso ku ew jî bi wêneyên xwe tevli pêşangehê bûye wiha nêrîna xwe anî ziman: “Ez refa navîn di dibistana şehîd Qehreman de dixwînim. Min gelek wêne xêz kirine û pê tevli pêşangehê bûme. Min di wêneyên xwe de girîngî daye dayikan, ji ber dayik e ya herî zêde kedê di ber zarokên xwe dide û ya herî tê hezkirin ew e. Ez dixwazim zarok berhemên xwe winda nekin û bide pêşandan.”