Li Helebce Şeva Yelda bi şahiyekê hat pîrozkirin

Şeva Yelda ku şeva herî dirêj ya salayê ye ji aliyê gelên Rojhilata Navîn bi taybet Kurd û Faris ve tê pîroz dikin.

Helepçe – Yelda peyvek Suryaniye tê wateya ji dayikbûnê. Eve jî çavkaniya xwe ji wê digre ku Şeva Yelda roja herî kurt û şeva herî dirêje. Di dawiya vê şevê de roj êdî berbi dirêjbûnê ve diçe. Şeva Yelda bi şeva Çile jî tê nasin ku yekem roja zivistanê destpê kir û piştî 40 rojan dawî li Çileya mezin tê û 10 Çileya şeva çileya biçûk destpê dike heta Newrozê 21’ê berdewam dike. Bi vê boneyê li gelek deveran çalakî û şahiyên taybet tên li darxistin.
Bi heman wesîleyê şevê din li Salona Çalakiyan a Helebceyê bi boneya şeva dirêj ya salê Şeva Yelda şahiyek hat li darxistin. Şahiya ku gelek welatî tevil bûn, têde hunermend Mihemed Reuf Kerkûkî, Tara Resûl, Aryan Kerîm û çend hunermendên din bi stran û helbestan tevli şahiyê bûn.
Niyan Mehemed ji Şarezurê bejdarî şahiyê bû û got: “Yelda şeva herî dirêj ya salayê ku xizim, kesu û kar li hev kom dibin bi gotina serhatî, xwarin û şiraniyên cur be cûr şevê derbaz dikin.”