“Li gel bilêvkirina hestên xwe, berpirsiyartiyekê netewî ya helbestvanan heye”

Li Festîvala Gula Hinarê helbestvan Parwa Abdulqadir rewşa jinan û dagirkeriyê bi rêya helbestan bilêv dike û dibêje: “Li gel bilêvkirina hestên xwe, berpirsiyartiyeke netewî ya helbestvanan heye.”

MIHRIBAN SELAM KAKAÎ

Halebce – Helbestvan Parwa Abdulqadir a beşdarî Festîvala Heştemîn a Gula Hinarê ya li Helebce hat lidarxistin de bi rêya helbestên xwe rewşa jinan û dagirkeriya li ser Kurdistanê bilêv kir û destnîşan kir ku divê helbestvan berpirsiyartiyên xwe yên netewî jî bi qasî bilêvkirina hestên xwe bînin ser ziman.

“Berpirsiyartiya helbestvan, tenê bilêvkirina hestan nîne”  

Parwa Abdulqadir destnîşan dike ku erkê helbestvan tenê ragihandina pêyamên di dilê xwe de nîne û wiha got: “Her wiha di vê serdema ku helbest tê nivîsandin de  bi cih anîna erkên xwe yê netewî jî erkê helbestvan e. Divê helbestvan ji bo ragihandina pêyam û berpirsiyartiya welat erkên ku dikeve ser milên wê/wî hîs bike.”

Helbestvan Parwa Abdulqadir destnîşan kir ku li welat rewşa dagirkeriyê, talankirin, birîna daran berdewam dike û got: “Divê em li dijî hemu dagirkeriyan ser bikevin.”