Li Cezayîrê Festîvala Wêje û Sînemayê ya Jinan

Çalakiyên 7’emîn rûniştina Festîvala Wêje û Sînemayê ya Jinan ku bi beşdariya gelek kesayetiyên hunerî û wêjeyî tê lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de bi semînerên li ser statuya jinan a di sînemaya Ereb de didome.

NECWA RAHÎM

Cezayîr – Rûniştina 7’emîn a Festîvala Wêjê û Sînemayê ya Jinan a Neteyewî, di roja duyemîn de çalakiyên bi dirûşma "Wêje û Sînema" ya li ser navê hunermend Bahiya Rashidî ji ber berhemên ku di kariyera xwe ya hunerî de pêşkêş kir, didome.

Çalakiyên Festîvala Wêje û Sînemayê ya Jinan, duh şahidiya hilbijartina baştirîn kurtefîlm û baştirîn rola jinan a jûriya xelata "Hîlala Zêrîn" ku aktîvîst û derhêner Linda Belkhairia jî di nav de bû. Di festîvala îsal de fîlma Filistînê ya derhêner Darren Selam bi navê "Farha" dê bê peşandan.

Di festîvala ku wê heta 26’ê Gulanê berdewam bike de 3 kurtefîlmên bi navê "Ekranên Sînemaya Jinan" ku ji aliyê Komeleya Filistînê ve hatine amadekirin, wê bên pêşandan û piştre jî sempozyûmek li ser statûya jinan a di sînemaya Ereban de dê bê lidarxistin.

Di bernameya festîvalê de gelek semînerên wêjeyî û entelektuel ên ku nivîskarên jin ên Cezayîrî mazûvanî ji wan re dikin û li Mala Çand û Hunerê ya Mistefa Helaf tên lidarxistin jî cih digrin.

Nivîskar Nour El-Huda Zeytounî, der barê beşdariya xwe ya vê festîvalê de wiha got: “Ev festîval ji bo danûstandina pisporî û tercubeyên têkildarî wêjeyê ya bi nivîskarên jin û mêr re pir girîng û bi sûd e.”