Li Bayinganê mihrîcana erbaneyê hat lidarxistin

Li bajarokê Pawe Bayinganê merasîma erbaneyê bi beşdariya bi sedan hunermendên ku ji bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê hatibûn û bi amadebûna bi hezaran mêvanan li Bayinganê hat lidarxistin.

JUAN KERAMİ

Pawe – Roja pêncşemî 27’ê Nîsanê, bi amadebûna bi hezaran mêvanên ku ji bajarên din ên Rojhilata Kurdistanê û seranserê Îranê hatibûn Bayinganê, li bajarokê Bayingan ê Pawê, rêûresmek bi navê festîvala mezin a erbaneyê hat lidarxistin. Ev merasîma ku bi hewldana kesên li erbaneyê didin pêk hat, li Pawe, Ciwanro û Merîwanê hat amadekirin. Li sînorê bajarokê Bayingan ku yek ji bajarên seyr û gavê yên herêma Hewramanê ye, hat lidarxistin. Hebûna erbeneyan û temaşevanan li ser banê xaniyan, dîmenên xweş û rengîn çêkir.

Beşdariya jinan balê kişand

Hunermendên erbaneyê bi performansa xwe ya xweş û delal temaşevanan kêfxweş kirin. Yek ji xalên herî balkêş û berbiçav ên vê çalakiyê, beşdariya jinan bû. Hem di nava hunermendan de hem jî di nav temaşevan û mêvanan de xwe dida der. Ev amadebûna ku bi redkirina hicaba ferzkirî ji aliyê rêjeyeke zêde ya wan ve, atmosfereke cuda dabû vê merasimê.

Gotinên rayedarê hikumetê bû sedema bertekan

Ji rayedarên hikûmetê li ser dikê ji jinan re got ku hicabê bi awayê ferzkirî li xwe bikin, ev yek jî bû sedema bertekeke tund a jinan. Piştî berxwedana jinan, berpirsê navborî neçar ma qala desthilatdarî û hinceta xwe bike û gotinên xwe bi awayekî rewa bike.

Pêşangehek jî hat vekirin

Li kêleka vê rêûresmê, pêşangehek bi çendîn standên firotina berhemên dest û xwarinên xwecihî ku piraniya wan ji aliyê jinan ve dihatin birêvebirin, hat vekirin. Ev pêşangeha ku li dergehê Bayinganê hatibû lidarxistin, ji aliyê mêvanan ve bi taybetî mêvanên ne Kurd ve bi awayê baş hat pêşwazîkirin. Hêjayî gotinê ye ku di vê merasimê de gelek mêvan ji Tehran û seranserê Îranê amade bûn.

Ji bo ku beşdarî kêm bibe cihê merasimê guherandin

Di salên derbasbûyî de ev merasîm li gundekî din ê herêma Hewraman, Palanganê hat lidarxistin. Li gorî hin mêvanan, guhertina cihê şahiyê, ji ber ku li Palenganê pir serkeftî bû, ji ber tirsa dezgehên hikûmetê ji kombûna xelkê bi taybetî jinan bûye. Her wiha bijartina Bayingan li şûna Palengan ku navên wan dişibin hev, bi qestî û ji bo kêmkirina beşdariya gel û hunermendan di vê merasimê de hatiye kirin.