Li bajarê Qamişlo çalakiyên hefteya wêjeyî destpê kir

Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya “Wêje vedenga êş û hêviyên civakê ye” hefteya wêjeyê li bajarê Qamişlo destpê kir.

Qamişlo - Diwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Wêje vedenga êş û hêviyên civakê ye” hefteya wêjeyê da destpêkirin. Çalakiya heftanê ya wêjeyê li hola El-Burc a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê li dar xistin. Li gor Dîwana Wêjeyê, dê hefteya wêjeyî ji 28’ê Gulanê heta 2’yê Hezîranê dom bike.

Li gorî bernameyê, hefteya wêjeyê dê bi rêzeçalakiyên li ser 3 mijarên mîna ‘Wêjeya Şoreşê, Jin û Wêje, Rexne û Rola Wê Ya Di Pêşketina Wêjeyê De’ bê lidarxistin. Di çarçoveya van mijaran de dê semîner, panel, xwendina helbest û çîrokan ji aliyê nivîskar, rewşenbîr, helbestvan û wêjevanên Kurd û Ereb ve bên pêşkêşkirin. Têkildarî çalakiya hefteya wêjeyê Berdevka Dîwana Bakur û Rojhilatê Sûriyê Narîman Evdikê nêrîna xwe parve kir.

“Em ê hefteyek li ser girîngiya wêjeyê niqaş bikin”

Narîman Evdikê girîngiya hefteyeke wêjeyê wiha parve dike: “Yek ji enacama konferansê bû ku em wêjeyê kûr bi dest bigirin. Her wiha diviya bû ku em li ser mijara wêjeyê pirskirêkên ku tên jiyîn niqaş bikin û sererastiyekê çêbikin. Îro bi pêşengtiya Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê cara ewile ku hefteya wêjeyê tê li dar xistin û bernameya çalakiyê dewlemende. Îsal me sê mijarên sereke mîna wêjeya şoreşê, jin û wêje û rexneya wêjeyê amadekiriye ku dê di çalakiyê de bên niqaşkirin. Di heman demê de dê çîrok û helbest bi du zimanan werin xwendin. Hêviya me ewe ku em karibin armancê ku me danîne di demên pêş de em pêk bînin û em encamên baş bi dest bixin.”

“Wêje jî dîrokê zindî dike û pêşerojê ronî dike”

Narîman Evdikê da zanîn ku hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî çalakiya hefteya hunerî bûne û wiha bi dawî kir: “Di vê demê de gelekî girînge ku em mijarên wêjeyî nîqaş bikin. Me bernameyekî dewlemend amade kiriye. Dê kesên ku beşdarî vê çalakiyê bûne li ser mijarên ku me diyar kiriye niqaşên dewlemend bikin. Hemû herêmên me beşdarbûn pêk hat ku em girîngiyek mezin didin xebatê wêjeyê. Em dikarin bêjin ku em bi wêjeyê hene, wêje jî dîroka mirovan zindî dike û pêşeroja mirovan ronî dike. Hêviya me ewe ku em karibin armanca ku me danîye pêşiya xwe baş bikar bînin. Em kombûnên wisa bi nirx dibînin ku em girîngî didin xebatên wiha. Em hêvidarin hemû gelê me xwe berpirsiyar bibînin û tevlî çalakiya me bibin.”