Li bajarê çand û wêjeyê cihê şanoyê tune ye

Tunebûna cihekî û butçeyek taybet ji bo şanogeriyê, bûye sedem ku li bajarê Helebçeyê astengî li pêşiya pêşxistina hunera şanoyê çêbibe.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helebce – Helepce wekî navendeke dewlemend di aliyê edebî û hunerî de tê nasîn. Lê belê paşguhxistina vî bajarî ji aliyê hikumet û desthilatdariyê ve wisa kiriye ku di van çend salên dawî de Helepçe nikaribe rola xwe bilîze.

Di 27’ê Adarê roja şanoyê ya cîhanê de, jinên şanoger ên Helepçeyê behsa pirsgirêkên li pêşiya qada şanoyê li bajaran dikin û diyar kirin ku nebûna butçe û cihekî guncaw, ji bo pêşxistina şanoyê dibe astengî.

Tunebûna cih kalîteya kar kêm dike

Bi saya peymangeha hunerên ciwan û bi taybetî beşa şanoyê li Helebceyê, ciwanan heta astekê hunerê zindî kirine lê belê astengiyên li pêşiya hunermend û şanogeran zêde bûne û nikaribûne weke pêwîst kar li ser şanogeriya li Helebceyê bikin.

Şanoger Ziryan Hekim destpêkê roja şanoyê ya cîhanê li hemû şanogeran pîroz kir û behsa astengiyên ku li pêşiya wan in kir û got: “Li Helebceyê şanoger rastî gelek astengiyan tên. Yel ji wan jî tunebûna cihekî guncaw e li bajar ku em tê de karê xwe bikin. Ji ber ku ger cihekî guncaw tunebe, derhêner nikare karê xwe baş bike û bîner di dema temaşekirinê de bi aram nabin ango kalîteya kar kêm dike.”

‘Hola dibistanê ji bo nîşandana karê şanogeriyê ne guncaw e’

Ziryan Hekîm da zanîn ku tunebûna cih pirsgirêka sereke ye, ji ber ku derhêner nikare bi awayekî berfireh bifikire lewre ji ber cih qels dimîne û got: “Heta niha me hola dibistanê bi kar dianî lê belê têrê nake, daxwaza me ew e ku holeke baş ava bikin.”

‘Divê jin wêrek bin û derbikevin derve’

Ziryan Hekîm da zanîn ku jinên şanoger dixwazin di aliyê hunerî de kar bikin û salane bi riya festîvalên şanoyê dikaribûne kêrhatiyên xwe bi dest bixin û wiha got: “Pêwîstiya jinan bi wêrekî û piştgiriyê heye. Ji bo wê divê tiştek were kirin da ku bikarin jinên kêrhatî jîr ava bikin û bi riya kolejên huner û peymangehan bigihîjîn xeyalên xwe.”

Şanooger Sozê Hamid jî bi bîr xist ku tunebûna kampanyayên hunerî û aliyên berhemdariya hunerî ku hunermed ji sûdê digrin, wisa kiriye ku bandorê li ser karê hunerî bike û got: “Jinên Helepçeyê divê êdî netirsin û dest jî xeyalên xwe bernedin, bi cesaret pêk bînin.”

27’ê Adarê weke roja şanoyê ya cîhanê tê nasîn û her sal çalakiyên cur be cur ên hunerî û şanogerî tên lidarxistin. Îsal ji ber tunebûna cihekî guncaw ji bo şanogeriyê li Helebçeyê tu çalakî nehat lidarxistin, ji ber tenê cihekî hebû salane li wê derê dihatin lidarxsitin û heta niha aliyên pêwendîdar ji bo vê yekê tiştek nekirine.