Li bajarê Bokanê pêşangeha pirtûkan hat lidarxistin

Li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê pêşangeha pirtûkan a ku pirtûkên wêjeyî, hunerî û gelek mijarên din tê de hene hatiye vekirin. Kesên diçin pêşangehê diyar dikin ku zextên li ser nivîskaran bandorê li ser bazara pirtûkan kiriye.

YARA AHMEDÎ

Bokan – Sansur, rewşa aborî ya bêîstîqrar, teknolojî, medyaya dîjîtal û hwd. Gelek tişt dibin sedem ku bi mirov re, bi taybetî jî bi ciwanan re, xwendina pirtûkan kêm bibe. Bi derketina pirtûkên di qada dîjîtal de, hînbûniya xwendina pirtûkên çapkirî jî guherî. Li gel ku tê dîtin bi vekirina dibistanan di sala nû de rêjeya xwendina pirtûkan kêm dibe, gelek pol li zanîngehan vala mane û li gorî daneyan, gelek kes weke berê xwendina xwe berdewam nakin. Ji ber vê yekê pêşangehên pirtûkan pir girîng in, dikarin eleqeya zarok û ciwanan zêde bikin û wan teşwîq bikin.

Li Bokanê çalakiyên taybet tên lidarxistin

Bokan yek ji wan bajaran e ku di gelek warên hunerî de çalakiyên taybet lê tên lidarxistin. Li vî bajarî mirov dikare şopên huner û zanistê bibîne. Li bajarê Bokanê pêşangeha pirtûkan bi erzaniyên taybet tê lidarxistin û ev yek ji serdana ciwanan a ji bo vê pêşengehê diyar dibe. Di pêşangehê de ji dîrok û wêjeyê bigre heta pirtûkên Kurdî, ji dîroka navxweyî heta felsefe, ji olê heta huner, psîkolojî, ji zarok û ciwanan heta romanan pirtûkên bi mijarên cihêreng bi erzanî di navbera ji sedî 15 û 50 de tên firotin. Pêşangeha ku li Kolana Simorgh Hall a Bokan Beach hat vekirin dê heta 30’ê Mijdarê her roj vekirî bimîne.

‘Zextên li ser nivîskaran bandorê li ser bazara pirtûkan kiriye’

Yek ji mêvanên pêşangehê Sarap got: “Mixabin zextên li ser nivîskaran ne tenê li ser berhemên edebî, bandorê li ser tevahiya bazara pirtûkan a Îranê jî kiriye. Hebûna curbecur a pêşangehên pirtûkan dikare mêvanan teşwîq bike ku pirtûkan bixwînin. Helbet pirtûkên bi çap, tîp an werger dê bi gelemperî çêtir bên firotin. Ji ber ku berhemên hêja yên nivîskar û helbestvanên jin, di pêşangehên bi vî rengî de  cih girtin bûn sedem ku navendên pirtûkên jinan û berhemên nivîskarên jin di van pêşangehan  de cihekî taybet bigrin. Yek ji erkên herî girîng ên malbatê û sîstema perwerdeyê jî xwendina pirtûkan û fêrbûna zanistê yê ciwanan e. Bihabûna pirtûkan yek ji sedemên sereke ye ku ev berhem li Îranê kêm tê kirîn û mixabin her roj bihayê kaxiz diguhere.”