Li Şehbayê pêşengeha wêneyên Efrînê hat vekirin

Komîteya Lêkolîn û Parastina Keleporî ya Desteya Çand û Hunerê Efrîn-Şehbayê pêşengehek wêneyan li Şehbayê vekir.

Şehba- Komîteya Lêkolîn û Parastian Keleporî ya Desteya Çand û Hunera Efrîn-Şehbayê pêşangehek wêneyan li dar xist. Pêşengehê du rojan li hola çand û hunera navçeya Fafîna kantona Şehbayê hat vekirin. 86 wêneyên ku dîrok, çand, xweza, adet û kevnşopiyên Efrînê vedibêjin di pêşengehê de hatin daliqandin. Di nava her du rojan de sazî, dezgeh û meclisên herêmê, koçberên Efrînê û gelê Şehbayê beşdarî pêşangehê bûn.

Derbarê armanca lidarxistina pêşangehê li warê koçberiyê, endamên Desteya Çand û Hunerê ya Efrîn-Şehbayê û jinên Efrînê nêrînên xwe ji me re anîn ziman.

'Em ê rê nedin ku nasnameya me bê pişaftin'

Endama Komîteya Lêkolîn û Parastina Keleporî Efrîn-Şehba Sozdar Hesen behsa armancên xwe ji bo lidarxistina pêşangeha wêneyan di rewşa koçberiyê de, kir û got: "Me pêşengehek ji wêneyan ku xweza, dîrok, çand û adetên Efrînê di nava xwe de dihewîne, li dar xist. Bi riya vê pêşangehê me xwest çanda xwe ya Efrînî her zindî bihêlin. Çand nasnameya civakê ye û nirxê herî pîroz e, em ê jî bi riya pêşangeh û çalakiyên xwe vê nasnameyê ji pişaftinê biparêzin. Her wêneyek di pêşangehê de xwedî çîrokek kevnar e. Bi taybetî ev pêşangeh ji bo zarokên me yên pêşerojê ye ku çanda xwe nas bikin û winda nekin. Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê her tiştî çanda me tune dike, em ê jî li Şehbayê û deverên penaberiyê her dem vê çandê zindî bikin."

86 tabloyên ji çand û adetên Efrînê

Endama Desteya Çand û Hunera Efrîn-Şehbayê Sozan Seîd jî der barê pêşangehê de wiha got: "Me pêşangeha wêneyan ji bo du rojan li dar xist ji bo zindîkirina çand û adetên kal û dapîrên xwe, ji ber ew nirx û pêşengên me ne. Di vê pêşangehê de 86 tabloyên cur bi cur ku adet û kevnşopiyên Efrînê vedibêjin hene. Gel bi heyacan tên pêşangehê û bi temaşekirina wêneyan re rojên xwe yên Efrînê tînin bîra xwe û xeyalên xwe zindî dikin. Em jî kêfxweş dibin bi vê yekê ji ber ku em dikarin wan rojan careke din bi bîr bînin."

'Her wêneyek xwedî wateyeke cuda ye'

Şêrîn Mihemed a li kampa Serdem bi cih bûye jî berê xwe daye pêşangeha wêneyan hestên xwe wiha anî ser ziman: "Em beşdarî pêşangeha wêneyan bûne lewre ev wêne roj û kêliyên jiyana Efrînê tînin bîra me. Efrîn tu carî nehatiye jibîrkirin û wê her dem di xeyalên me de be. Ev wêne çand û folklora Efrînê vedibêjin. Her wêneyek xwedî wateyeke cuda ye. Vê pêşangehê em careke din vegerandin Efrînê. Em bi hêvî ne ku Efrîn wê di demek nêz de ji destên dagirkeriyê rizgar bibe û li Efrîna azad em ê careke din pêşangehên xwe li dar bixin."