Li Şehbayê 2’yemîn mîhrîcana Amara ya hunerê dest pê kir

Duyemîn Mîhrîcana Amara kantona Şehbayê despêkir û dê bi çalakiyên çandî yên cihêreng bidome.

Şehba - Bi diruşma "Bi pêşketina şoreşa çandî û hunerî werin cenga azadiyê" duyemîn mîhrîcana Amara bi çalakiyên xwe yên hunerî, çandî û sporî di 24'ê Mijdarê de dest pê kir. Ev mîhrîcan bi serpereştiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêam Efrîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat birêvebirin. Mîhrîcan li hola çand û hunerê ya navçeya Ehdasa Şehbayê hat lidarxistin. Hol bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê û amûrên çandî û folklorî hatibû xemilandin. Di roja xwe ya duyem de jî mîhrîcan li lîstikgeha gundê Babibnês ê navçeya Ehdas kantona Şehbayê bi çalakiyên werzîşî didome. 
"Li dijî tunekirinê xebatên pêşxistina çandê"
Endama komîteya amadekar a mîhrîcana Amara Emîne Mihemed bal kişand ser lidarxistina duyemîn mîhrîcana Amarayê di rewşa koçberiyê de û ev tişt bi lêv kir: "Em lidarxistina mîhrîcana Amara ya duyemîn li Rêber Apo û şervanên ku di eniyên şer de li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin, pîroz dikin. Mîhrîcana Amarayê di bin şert û mercên zehmet de di heman demê de di rewşeke koçberiyê de amadekarî jê re hat kirin. Bi îsrara ku em çanda xwe pêşkêş bikin û zindî bihêlin tu astengî li pêşiya me nebûn bend. Li Efrîna dagirkirî rojane çand û hebûna Kurdan tê çewisandin û gel ji çanda xwe ya resen tê dûrxistin ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve. Li beramberî wê jî li Şehbayê hemû hewldanên me ji bo pêşxistina çanda resen hene û em bersiva dagirkeriyê bi zindîkirina çanda xwe radighînin. Mîhrîcan beşên hunerî, çandî û sporî di nav xwe de dihewîne. Stran, şano û govend bi hemû rengan tên pêşkêşkirin her wiha pêkhateyên Ereb, Kurd û Tirkmen bi çandên xwe yên resen û esîl beşdarî vê mîhrîcanê bûne. Jinên ciwan jî rolek girîng di vê mîhrîcanê de lîstin. Di heman demê de bi riya vê mîhrîcanê armanca me ew bû ku hemû ciwanên civakê qezenc bikin û em bi wan bidin nasîn ku çanda wan a resen divê bê parastin. Me xwest mîhrîcana xwe di roja 27'ê Mijdarê de biqedînin da ku diyarî Rêber Apo û şervanên azadiyê bikin. Pêkhateyên Ereb û Kurd bi hev re û bi ruhê wekheviyê vê mîhrîcanê dabeş dikin."
"Jin jî cihê xwe di qada sporê de digrin"
Lîstikvana tîma kampa Berxwedan a Fûtbolê Ronahî Sîdo behsa çalakiyên xwe yên sporî dike û wiha dibêje: "Mîhrîcana Amara di roja xwe duyem de bi çalakiyên sporî didome. Min jî cih di tîma fûtbolê de girtiye û beşdarî mîhrîcanê bûme. Di vê rojê de lîstikên bez, kişandina ben, voleybol û di heman demê de tîma navçeya Ehdasê û kampa Berxwedan li dijberî hev dê maç bilîzin. Jin jî piranî cih di vê qadê de digrin û xwedî li rola xwe derdikevin. Em li hemberî zîhniyeta ku jinan fetisandiye têdikoşin û li ber xwe didin ji bo ku xwedî li jinên bindest derbikevin."