Li Îranê bazara pirtûkan di bin siya enflasyon û sansurê de ye

Ji ber enflasyonê û astengiyên siyasî, bazara pirtûkan li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ketiye nava krîzeke giran. Lê tevî van hemû zehmetiyan jî xwendevan û nivîskar bi berxwedan û rêbazên nû hewl didin çanda xwendinê bidomînin.

JIWAN ŞERÎFZADE

Bokan – Bihayê zêde ku ji bihayê li ser bergê paşîn e êdî ji bo xerîdaran surprîz nîn e. Mîna berhemên din ên li Îranê, bazara pirtûkan demek dirêj ji ber bêaramiyê zaroiyan kişandiye û xwendin jî di bin giraniya enflasyonê de bi krîzek re rûbirû ye.

Pêşangehên pirtûkan û rûbirûbûna bi bihayên zêde re

Pêşangehên pirtûkan di dîrokê de wekî platformek ji bo pêşvebirina xwendinê xizmet kirine. Pêşangeha Pirtûkan a Havînê ya Mahabadê mînakek e ku îsal bi nêzikatiyeke berbiçavtir di nava bihayên guherbar de hat lidarxistin.

Pankarteke sor a li her du aliyên pêşangehê daliqandî bû nîşan dide ku bihayên li ser bergê paşîn çapkirî êdî derbasdar nîn in. Lê belê di vê pêşangehê de ku ji yên berê kêmtir zindî xuya dikir, guhestina pirtûkan bi kaxezê ji nû ve hatine çêkirin û pêşkêşkirina dakêşanên ji sedî 10 heta 30 di nav vebijarkên ku ji hêla organîzatoran ve hatine pejirandin de bûn da ku xwendevanan ber bi xwe ve bikşînin.

Di nava pirtûkên ku tên pêşandan de, dubarebûn û cihên vala dibe ku bala mêvanan bikşînin. Gelek ji pirtûkan werger in, li derveyî Îranê hatine weşandin, an jî di çend salên dawî de hatine weşandin.

Daneyên enflasyonê û zehmetiyên weşanxaneyan

Daneyên Mala Pirtûk û Wêjeya Îranê nîşan didin ku di salên dawî de tevî zêdebûna sernavan, hejmara çapkirina berheman kêm bûye. Her wiha bihayê pirtûkan zêdetir derketiye bi awayekî ku nirxê giştî yê bihayê pişt bergê pirtûkên hatine weşandin di meha Kanûna yekem a sala 2024’an de li gorî Kanûna yekem a sala 2023’yan nêzî ji sedî 76.3 zêde bûye.

Her wiha zêdebûna bihayê kaxez û çapê jî ji bo weşanxane, nivîskar, kovar û hwd. ji wan sedeman e ku rêjeya weşandina berheman kêmtir kiriye. Ji aliyekî din ve, zêdebûna zexta li ser nivîskar û weşanxaneyan bi piranî ji ber sedemên siyasî di rewşeke wiha de, wan ber bi çapkirina li welatên din, wergerandin an jî belavkirina çapa dîjîtal ve birine.

Xebatkareke kovarek ji şaredariya Rojhilat ku xwest navê xwe bide, van guhertinan ji ajansa me re wiha rave kir: “Tenê di sê mehan de, lêçûna çapkirina kovarê nêzî pênc qat zêde bûye. Ji ber rewşa aborî, malbatan kirîna pirtûk û kovaran kêm kirine. Niha bi lêçûnên zêde yên çapkirin û weşanê û nebûna piştgiriya hikûmetê, em neçar in li sponsoran bigerin û guhertoyek dîjîtal pêşve bibin da ku kovar berdewam bike."

Astengiyên siyasî û zayendî

Gazîza S. nivîskar û nivîskara şanoyê ye, di Beşa Wêjeya Kurdî de pisporê wêjeya zarok û ciwanan e, astengiyên siyasî û sînorkirinên ku ji hêla Beşa Rêeberiya Îslamî ve tên danîn wekî yek ji wan pirsgirêkên ku pê re rûbirû dimîne dibîne û dibêje: “Ez bi Kurdî dinivîsînim û armanca min ew e bigihîjim zarokên Kurd. Di vê çarçoveyê de, min hewl da sembol, dîrok û çanda Kurdî bi wêne û nîgarên orîjînal belge bikim. Lê belê wekî jinek, ji ber vê rastiya siyasî, civakî û aborî, ez nikarim pirtûka xwe li welatekî din jî çap bikim."

Berxwedana ji bo xwendinê ya di nava krîzê de

Tevî dijwarî û astengiyên heyî, hinek berhemên li pêşengeha Pirtûkan a Havînê ya Mahabadê hê jî bala gelek xwndevanan dikşînin. Beşa zarok û ciwanan ku hem bi zimanên Kurdî hem bi Farisî peyda dibe, di nava yên herî zêde tên firotin de ye. Ji ber ku gelek dê û bav tercîh dikin pêşeroja zarokên xwe bi riya pirtûk û xwendinê ava bikin, her çend ew nekarin ji xwe re pirtûkan bikirin jî.

Mîna qadên din, qada weşan û çapkirinê li Îranê dş qeyraneke aborî ya giran de ye lê nivîsandin berdewam dike û hewldanên ji bo berxwedana li dijî sansur, sînordarkirinên zayendî û enflasyona aborî berdewam dikin.