Li Îranê 20 girtiyên siyasî name şandin

20 girtiyên siyasî nameyek weşandin, xwestin ku çalakvanên girtî yên di girtîgehan de û pisporên hawirdorê demildest werin berdan.

Navenda Nûçeyan- Li Îranê 20 çalakvanên girtiyên siyasî ku hatin berdan û careke din hatin girtin, duh nameyek weşandin û bang kirin ku çalakvanên girtî yên di girtîgehan de û pisporên hawirdorê demildest werin berdan.

‘Mafên mirovan tên pênpêkirin’

Di nameye de ev tişt hatin gotin: “Jinên li girtîgehan ji aliye muhafizên şoreşê ve di bin îşkence û zextên derûniyê de lêpirsîn dikin. Li hemberî beşek ji wan îşkenceya fizîkî, tewanbarkirin, gef û tacîza zayendî tê pêkanîn. Di heman deme de dozger heqaretê li wan dikin. Danişîn ji bo wan tên qedexekirin, daxwazên bi şert berdanê tên redkirin. Di van dozan de bêhejmar mafên mirovan tên binpêkirin. Em weke yên ku me di vê nameye de îmze avêtiye em israr dikin ku mafên mirovan were bicihanîn, pisporên hewirdorê Sepideh Kashani, Niloufer Bayanî, Human Jokar, Sam Rajabî, Murad Tahbaz, Amir Hossein Khaleqî, Taher Qadirian û hemû mirovên ku bê sûc di girtîgehan de dimînin em daxwaz dikin demildest werin berdan.”

Navê kesên ku name îmze kirin wiha ye: Narges Muhammed, Nahid Taqwa, Zahra Zhtabchi, Fatemeh Muthanna, Mahoush Shahriari, Fariba Kamalabadi, Sepideh Qolian, Baharah Hedayat, Faezeh Hashemi, Gulrokh Iraei, Yada Rabbani, Shikila Munfared, Alia Motlibzadeh, Noushin Jafari, Hasti Amiri, Raha Askarizadeh Zeila

Makundi, Maliha Jafari, Clara Abbasi û Bahara Soleimanî.