Leyla Kenter jiyana xwe ji dest da

Lîstikvana şanoyê Leyla Kenter a keça Yildiz Kenter jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku Leyla Kenter bi nexweşiya pençeşêrê bûye.

Navenda Nûçeyan – Hat ragihandin ku keça lîstikvana şanoyê, hunermenda dewletê û Balyoza Niyetapak ya UNICEF’ê ya Tirkiyeyê Yildiz Kenter, Leyla Kenter di 70 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Nûçeya mirina Leyla Kenter lîstikvan Gul Onat li ser hesabê xwe yê medyayê ragihand. Leyla Kenter di 11'ê Cotmehê de (duh) di roja jidayikbûna dayika xwe Yildiz Kenter de jiyana xwe ji dest da.

Gul Onat di parvekirina xwe de wiha got: “Leylaya hêja, tu gihîştî dayika xwe. Di nava aramiyê de raze. Ez gelek xemgîn im.”

Leyla Kenter kî ye?

Leyla Kenter di roja 29'ê Adara 1952'an de hat dinê. Demek ji bo kar li Kenyayê jiyana xwe domand. Leyla Kenter ku li Cambridgê du fakulte xilas kir, mezûn bû, piştre bû karmenda Wezareta Derve. Di pevajoya hat Tirkiyeyê de li zanîngeha Bîlkentê wane da û demek tedawiya penceşêrê dît. Leyla Kenter di rêzefîlmên "Qelen" (1973), " Xwişka Fatma" (1972), "Gula Hov" (1971), "Dayik û keçên wan" de jî rol girt.