Letîfe Zîwanî li ser seramîkan mîrateya Mexribê xêz dike

Letîfe Zîwanî ya ku li ser seramîkan mîrateya Mexrîbê xêz dike û dihêle ku ev mîrate nemir bibe wiha got: “Her çiqasî destûr neyê dayîn ku jin bikevin vî warî de, ji bo ku derbasî vî warî bibim, min vê paşverûtiyê şikand û têkoşîneke dijwar da.”

RECA XÊRAT

Mexrib - Latîfe Ziwanî li bajarê Safî yê li rojavayê navenda Mexribê, di nava malbatek ku di seramîkê de dixebite mezin bû. Pîşesaziya seramîkê li bajarê Safî mîrasek e. Jin di atolyeyên seramîk de nedixebititîn ji ber ku dihat zanîn ku ev kar karê mêran e, lê Letîfe Ziwanî bi saya îrade û hezkirina xwe ya ji bo vê mîrateyê, karîbû derbasî vî warî bibe.

Ji bo karê seramîkê li dijî kevneşopiyan têkoşiya

Letîfe Zîwanî diyar kir ku ji zaroktiya xwe de ji seramîkê hez dikir, ku pîşeya malbata wê ye û wiha pê de çû: “Her çiqasî destûr neyê dayîn ku jin bikevin vî warî de, ji bo ku derbasî vî warî bibim, min ev rêgez şikand û têkoşîneke dijwar da. Ji bo ku derbasî warê seramîk bibim, neçar mam ku gelek ceribandinan derbas bikim. Şerê min ê yekem îqnakirin bû, ez çawa dikarim bavê xwe razî bikim ku bikevim cîhek tije esnafan, ku hemî jî mêr in, lê tiştê alîkariya min kir ew bû ku bavê kesek vekirî bû ku rêz li hilbijartinên zarokên xwe digirt. Divabû destpêkê ez di xwendina xwe de biserkevin heya ku malbata min îtîraz nekin ku derbasî warê seramîk bibim. Di zaroktiya min de birayên min red kirin ku ez tevlî atolyeyên seramîk bibim, lê bavê min biryar da ku ji min re heriyê bîne malê, dema bavê min herî anî min pê lîst û tişt jê çêkirin. Her gava ku ez destê xwe didim heriyê ez hest dikim ku ez destê xwe didim hemû cîhanê.”

“Ev qad îfadeya nasname û çanda ku divê were parastin e “

Letîfe Zîwanî da zanîn ku herî pîroz e û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Her çêker xwediyê şêwazê xwe yê çêkirinê ye. Ez ketim zanîngehê û min beşê wêje xwend, lê vî yekê nikarîbû min ji pîşesaziya min a seramîk dûr bixista û min kariyera xwe domand. Min hemû betlaneyên xwe yên dibistanê di atolyeyan de derbas dikir da ku ez fêrî seramîkê bibim. Di betlaneyên havînê de ez heta nîvê şevê li dikanan dimînim. Ev qad ne tenê çavkaniya jiyanê ye, lê îfadeya nasname û çanda ku divê were parastin û pêşxistin e. Pêşangehan li derveyî Mexribê, li Rûsya, Kanada, welatên Rojhilata Navîn, Ewropa û welatên din organîze dikim.”

“Berhema ji dikanê derdikeve wek balyozek çand û mîrateyê ye”

Letîfe Zîwanî anî ziman ku li ser hemû berhemên ku çêdike îmzeya wê heye û wiha axivî: “Ez berhema ku dê ji dikanê derkeve wekî balyozek çand û mîrateyê dihesibînim, ew nasnameyekê îfade dike, ji ber vê yekê ez rêz û hurmetê didim wê. Min forumên çandî li bajarê Safî di çarçeweya dîplomasiya paralel de organîze kirin, ku dawîn ji wan "Foruma Mexribî-Spanî" bû, di vê forumê de hejmarek ji berpirsên hikûmetê yên herêma Endulusê amade bûn. Ez di ezmûnek siyasî re derbas bûm, wek şêwirmend di odeya duyemîn a Parlamentoya Mexribê de hatim hilbijartin. Ez yekem jin bûm ku di hilbijartina odeya pîşeyî de bi hilbijartina takekesî kursiyek bi dest xist û ev ezmûn di jiyana min de qonaxek girîng bû.”

“Ez ê pirtûkekê li ser seramîk û girîngiya wê çap bikim”

Letîfe Ziwanî eşkere kir ku ji tiştên ku di atolyeyên hunerî yên bavê xwe de hîn dibû, razî nebû, di heman demê de her tim hewl dida ku bi perwerdekirina li derveyî welat zanyariyên xwe di vî warî de pêş bixe û wiha anî ziman: “Min karibû teknolojiyên nû bînim bajarê Safî. Ez ê pirtûkekê li ser seramîk û girîngiya wê di jiyana xelkê bajarê Safî bi taybetî û Mexribê bi giştî de çap bikim. Ez beşdarî damezrandina Muzexaneya Neteweyî ya Seramîkê bûm, ku tê de hilberînên ji îmzeya malbata min "El-Zîwanî" tê de hene.”