Lêkolîner Nada El-Radawî xelata Monte Carlo ya sala 2022'an girt

Di xelata Tûnisê ya navneteweyî de, lêkolînera Tûnisî Nada El-Radawî xelata Monte Carlo ya sala 2022'an girt.

Wens- Lêkolîner Nada El-Radawî ku pênc salan lêkolînên zanistî û hîndekariyê kiriye, ji bo serkeftina wê ya di pêşxistina rêbazek nû ya ji bo tesbîtkirina penceşêra xwînê di qonaxek destpêkê de di çarçoveya projeya ku li Zanîngeha Almanî ya Munchenê li ser dixebitî, xelata Monte Carlo ya sala 2022'an girt.

Nada El-Radawî ji parêzgeha Gafsayê ye, li Almanyayê xwendiye, li wir dersa kîmyayê ji xwendekarên bizîşkî û diranan re dide û berpirsa lêkolîna dawiya dibistanê ji bo gelek xwendekarên kîmyayê bû.

Ji bo tedawiya penceşêra xwînê rêbazek afirand

Nada El-Radawî der barê mijara lêkolîna xwe ya doktorayê de, bal kişand ser çawaniya teşhîskirina nexweşiya "Penceşêra xwînê" nemaze piştî heyama dermankirinê, ji ber ku wê rêbazek çêkir ku pê dikaribû dem ji bo dermankirinê qezenc bike.

Di heman demê de bêyî ku hewcedariya demek dirêj a dermankirin û muayeneyê hebe, gengaz e ku mirov piştrast bibe ka nexweş sax bûye yan na. Li gorî lêkolîneran teknîka ku ji aliyê Nada El-Radawî ve hat îcadkirin, dikaribû saxbûna şaneyên penceşêrê di xwîna nexweş de piştî dermankirinê piştrast bike ku têgihîştina wê dijwar bû.