Kurtefîlma jiyan û têkoşîna siyasetmedar Aysel Tugluk hat weşandin

Kurtefîlmek bi navê “Aysel” ku jiyana siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk û têkoşîna jinên Kurd a ji bo hebûna civakê, siyaset û avakirina aştiyê tê vegotin, hat weşandin.

Navenda Nûçeyan - Kurtefîlma bi navê ‘Aysel’ ku jiyan û têkoşîna hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Aysel Tugluk tê vegotin, hat weşandin. Fîlmê "Aysel" ku di çarçoveya projeya "Ji bo Aştiyê Dengê Jinê” ya Komeleya Wekhevî û Piştevaniyê ya SES'ê ku rojnameger Mehveş Evîn û derhêner Nesrîn Olmez amade kirin, bi aliyên xwe yên raya giştî re nayên nîşandan têkoşîna Aysel Tugluk vedibêje. 

Kurtefîlma ku muzîkên wê Ezgî Sevgî Can û Çinar Aksoy çêkir, di çarçoveya projeya Komeleya SES'ê ya bi navê "Rola jinan ya di avakirina aştiyê de" hat amadekirin. Temaya fîlmê jî çîroka Tugluk a ku bi nexweşiyeke ku nayê vegerandin re têkoşîna wê didome, a rast çîroka welat... Di fîlm de em bi vegotinên hevalên Aysel Tugluk ên têkoşînê yên wekî Eren Keskîn, Sirri Sureyya Onder, Reyhan Yalçindag, Ahmet Turk re Aysel Tugluk nas dikin.

Siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk, dema ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê bû hat girtin û piştî êrîşa nijadperest a li ser cenazeyê dayika wê, gav bi gav bi nexweşiya demansê ket. Tevî rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" ya saziyên serbixwe dabû jî bi du salan derengmayînê re di Cotmeha 2022'an de hat berdan.