Komek xwendevanên pirtukan wêjeya Kurdî zindî dikin

Ji bo xwendina pirtukan bibe çandek, komek xwendevan ku piraniya wan ji jinan pêktên, dixwînin. Pirtukên ku di hilbijêrin pirtukên Kurdî ne û behsa wêjeya Kurdî dikin, xwendevanên pirtukan diyardikin ku divê civak bi giştî û bi taybet jin bixwînin.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Xwendin di jiyana hemû kesan de xwedî giringiyekê ye, di civakê de xwendin dibe sedemê pêşketina civakê. Rêjeya xwendina pirtukan li Başûrê Kurdistanê her roja ku diçe kêm dibe. Piranî yên ku dixwînin  tenê da ku dîplomayakê bi dest bixin. Ji derveyî pirtukên dibîstanê û zanîngehê tu pirtukên din naxwînin. Tu caran ji bo girtina zanyariyên zêdetir û ji bo pêşxistina civakê naxwînin.

Ji bo hinekan xwednin ne giringe û weke pêwîst nabînin, li gora wan dem kuştine, yan jî ji bo jinan bê sûde. Ji ber vê jî  tiştekê ji cîhanê  fam nakin û giringiya xwendinê nizanin ku dikarin bi rêya xwendinê fikrê kesî berbi pêş ve diçe û bi awayek din ji bo jiyana wan dibe alîkarî.

Dinava civakek ku ewqas ji xwendinê dûr ketî û xwendinê weke tunekirina dem dibinin komek ciwan û kesên xwendevan hene û ji xwendinên hez dikin, li gora wan xwendin tîmarkirina mejî ye û divê hemû kes bixînin. Civak bi rêya xwendinê dibe civakek hişyar.

‘Em dixwazin edebyata Kurdî zindî bikin’

Koma pirtuk xwendinê ya bi navê havlên xwendinê, koma xwendevan di meha Tebaxa 2020’an de ava bûye û ev sê sale berdewame û her hefte pirtukên bi zimanê Kurdî yên nivîskarên Kurd di hilbijêrin û bi hevre dixwînin. 15 endamên vê komê hene, piraniya wan jinin.

Endama koma hevalên xwendinê Gulale Osman der barê koma xwe û ew pirtukên ku di hilbijêrin û dixwînin de diyarkir ku piraniya ew pirtukên ku dixwînin Kurdîne û nivîskarê wan jî Kurdin û piranî pirtukên wan der barê wêjeya Kurdî deye û wiha got: “Ev sê sale her hefte em pirtukekê dixwînin û di dawiya heftiyê de, di rojên pêncşemê de bi hevre li ser naveroka pirtukê nîqaş dikin. Daxaza me ewe ku çend komên din yên weke me hebin, daku xwendin bibe çandek, tenê xwendin li ser asta kesî nemine, çawa Kurd xwedî dîrokin, bi vî awayî em hewil didin xwendin bibe çandek. Tenê sala par 48 pirtukên xwemalî me xwendin, bi vê rêjeyê jî em dikarîn asta civakê berbi pêş bibin û wêjeya Kurdî zindî bikin. Pirsgirêkê sereke ya ciwan û civakê kêrhatî û daxwaza wan ji bo xwendinê nîne û naxwînin. Ji bo me giringe xwendevan giringî bidin xwendina xwe û ciwanan teşwîqî cîhana xwendinê bikin.”

‘Jinên xwendevan kesên perwerdekirî û rewşenbîr ava dikin’

Gulale der barê jinên xwendevan de wiha got: “Xala herî giring ya xwendinê jine. Ji ber jin dayîke, civakê rêve dibe, erkek zêde li ser milê jinê ye. Dema ku jin hişyar dibe, civak jî hişayere. Ji ber bi dewlemendkirina fikrê xwe dikare kesek hişyar bîne ser rûyê dinyayê û civak jî ji vê yeke sûdê bigre.”

‘Xwendin bi qasî nefes û xwarinê giring e’

Xwendevan, nivîskar û endama koma hevalên xwendevan Nîştîman Abdulqadir ev dû mehe li gel vê komê pirtûkan dixwîne,  der barê hebûna komek wisa û armanca xwendinê de destnîşa kir ku hebûna komên bi vî awayî gelek giringe û wisan li xwendevanan dikin wêjeya  xwe qebûl bikin, hebûna komên bi vî awayî di her qonaxekê de pêwîste, bi taybet li Kurdistanê ji ber ji aliyê civakê ve hatiye paşxistin û got: “Ji sala 80’an ve dixwînim, wê demê xwendevan zêde bûn lê belê pirtûk kêm bûn. Niha berûvajiye, pirtuk zêdene, xwendevan kemin. Hinek xwendevan û hinek ciwan hene bi rewşenbîrî jiyan dikin. Lê belê ev ne bese û giringe xwendin bibe çand û di her malekê de pirtukxanek hebe. Niha piraniya dayîk û bavan xwendevanin, lê  berê zarokên xwe nadin xwendinê. Ji bo jin û mêran weke hev xwendin giring e. Ji ber di giştî civakan de jin hatine çwisandin hertim zilm lê hatiye kirin. Ji bo wê jî giringe hîn zêdetir jin bixwînin û li gel guherînên jiyanê de bikarin berbipêşve biçin.”

‘Ji bo sekinanadina zilmê divê jin bixwînin û hişyar bin’

Nîştîman Abdulqadir wiha got: “Hertim jin rastî zilmê tê, ji bo sekinandina vê zilmê divê jin zêdetir hişyar bin û bixwînin. Daku bikarin zêdetir mafê xwe bi dest bixin, bi rêya xwendinê ne tenê jin, civak jî wê hîn zêdetir berbi pêşve biçe. Asta mirovbûna kesan bilind dibe. Ji ber pirtukek merîfeta kesan zêde dike û dikare jiyanê baş bike. Mirov di dema ji dayîkbûnê heta mirinê ew demê ku jiyan dike nabe biavêje, divê hewildanên berbipêşketina xwe bidin û rê nedin diwê demê de mafê wan were xwarin, ev jî bi bilindkirina asta hişyariyê dibe, xwendin jî vê rolê dide mirovan.”