Komê Dostên Pirtûkan heta niha 350 pirtûk şîrove kirine

Koma Dostên Pirtûkan a piraniya endamên wê jinên ciwanin ji navend û navçeyên cuda yên Başûrê Kurdistanê kom dibin her hefte li ser pirtûkekê gotubêj dikin û heta niha 350 piruk şîrove kirine.

MIHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe – Di nava xebatên hunerî yên ciwanên Başûrê Kurdistanê de Koma Dostên Pirtûkan xwediyê cihek giringe. Koma Dostên Pirtûkan ku piraniya wê ji jinên ciwan pêktê her cara kom dibin mijara pirtukekê digrin dest û li ser nîqaş dikin. Koma ku çar sal berê hatî avakirin û her hefte li hev kom dibin heta niha li ser 350 pirtûkan nîqaş kirine û nêrînên dewlemend derxistine. Endama desteya damezrnerê Koma Dostên Pirtûkan Nîga Emcet li ser xebata komê ya çar salan agahî da.
“Heta niha me 350 pirtûk şîrove kirine”
Nîga Emcet da zanîn ku berî çar salan dema kom hatî damezrandin hêjmar kêm bû û niha hêjmar gihaye 25 kesan. Li gora cûrê pirtukê mijarên civakî, ayînî, felsefe û derûnî em dixwînin, her yek ji endaman xwedî fikrên cûdane, bi vî awayî dewlemendiya nêrînan derdikeve holê. Di nava xebata çar salan  ya ku her hefte em li hev kom dibin de me 350 pirtuk şîrove kirine. Em pirtukan didin hev, ji ber zêdebûna hêjmarê endamên koma me bûne dû beş û her hefte komek kom dibe û pirtukekê şîrove dikin.”
“Bi awayek kom em pirtuk dixwînin”
Şeyma Menuçer a salek berê bejdarî komê bûye jî wiha dibêje: “Di nava salekê de min gelek sûd ji komê girtiye û em bi awayek kom pirtukan dixwînin. Ji ber hêjmara endaman zore, bi giştî em li ser pirtukên rewşenbîrî nîqaş dikin. Komên me li seranserî bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê heye û gelek sudek wê heye. Ez jî bi rêya hevalên xwe bejdarî vê komê bûme û gelek bi sûde.”
Piraniya endamên komê jinên ciwanin 
Jina ciwana xwendevan Hûnya Rizgar jî wiha behsa xwendina pirtukan dike û dibêje: “Piranî em çalakiya xwe li dewrûberên jingehê pirtukan dixwînin. Mehane em pirtukên gelek nivîskar rewşenbîran digrin dest û şîrove dikin.”
Koma dostên pirtuka di mehekê de çar caran kom dibin û hercarekê pirtukekê dixwînin û şirove dikin.