Koma xwarinpêjan a jinên Helepçe

Koma xwarinpêjan a jinên Helepçeyê ji bo bi hev re demek xweş derbaz bikin li hev kom dibin û bi hev re diçin seyîranan.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe - Çêştqule li herêma Helepçe lîstokek ya zarokan ya demê kevine. Di vê lîstokê de şêweyek diyar heye û gelek bi hev re xwarinan tînin. Li gorî rastiya wê ya wê demê her zarokek xwarinek cûda tîne û li cihekê kom dibin, bi hev re hem seyrana xwe dikin, dilîzin hem jî bi awayek kom xwarinên xwe didanin û bi hev re dixwin. Niha jî jinên herêmê li hev kom bûne û xwestine wê lîstoka ku têde keda hevpar û peyamên civakî yên bihevrebûnê heye zindî bikin. Jin dibin banê Koma Çêştqueliyê de digihin hev hem xwarinên cihêreng çêdikin, hem jî demên xweş bi hev re derbas dikin. 
Koma xawarinpêjan 
Di derbarê vê lîstokê de yek ji damêzrenerê Koma Xwarinpêjî (Çêştquliyê) Soran Ferc Kêxe wiha dibêje: “Me gelek caran ev lîstok leyîziye. Di zarokatiyê de min dest û lingê xwe şewitandiye bi xwarinên germ. Mencela xwarinê tejî û germ bû taqeta me nebû em valebikin, me nîvî bi ser xwe de dirijand. Tamek vê lîstokê ya xweş heye. Çîroka karê me çîroka jinek bi navê Nafya ku çend salan li derveyî Helepçe jiyaye û niha vegeriyaye Helepçe ye. Gelek caran bi çalakiyên bi vî rengî em kom dibin û bîranînên kevîn zîndî dikin. Di dema Korona de wisan lê hat ku êdî hemû kes ji hev dûr bikeve û ji tirsa ku wê vîros wan bigre em hemû di nava malên xwede man. Niha jî li gora rewşa hewayê û li gora rênmayên tendirustî em ji hewil didin bi çalakiyên wiha  ji hewaya nav malê û Korona dûr bikevîn, daku bêhna me fireh bibe. Em jî li gora rewşê tên daku jin demek xweş derbaz bikin.”
Koma jinan gotinên bi ken, dawet û stranan ji xwe re dibêjin û demek xweş derbaz dikin. Wan leyistoka xwe ya zaroktî ya Xwarinpêjiyê bi awayek xweştir zindî kirine. Jinên Laçik sipî ji bejdar dibin û jin ji cihên derdor jî tên kom dibin û berê xwe didin seyranê û demek xweş derbaz dikin.
Bihar Mihemed jinek bejdarvanê vê çalakiyêye û ev cara dûyeme tê bejdarî xwarinpêjiyê dibe keyîfxweşiya xwe wiha tîne ziman: “Di berê de çend jinên jîr û bi nav û deng hebûn. Lê belê ji ber ew karasatên li ser Helepçe de hatîn, niha derfet çêbû ku em hevdû binasîn û jin bi hev re demek xweş derbaz bikîn.”
Ji derveyî Helepçe xelk ji bajarê Silêmaniyê tên Helepçe dikevin nava komê û bi hev re diçin seyranan. Atiye Abdurehman bi xwe ji Silêmaniyê hatiye û koma seyranê ya bi navê Koma etaw heye gelek keyfxweşe ku jin ji derve hevdû dibinin û demek xweş derbaz dikin. Daxwazê ji jinan dike ku jin  derbikevin derve û demek cûda û xweş derbaz bikin.
Ev kome nêzî salekêye ava bûye, bi awayekî bê alî û serbixwe biçin ji derve ji bo jinan hatiye sazkirin û ev kome bi biryarin ku çalakiyên xwe berdewam bikin û hîn zêdetir jin bejdarî koma wan bibin.